Di “Golden Globe” de Fatih Akin bi ser ket

Xelatên “Golden Globe” ku her sal ji aliyê Hollywood Foreign Press Association (Yekîtiya Rojnamegerên Biyanî ya Hollywoodê) ve tê dayîn îsal jî hatin belavkirin.

Merasima xelatdayînê vê êvarê li Beverly Hills Otel ku li nav sînorê Los Angeles a DYA’yê ye li dar ket. Di şevê de derhêner Fatih Akin bi fîlmê xwe “The Fade” di warê Zimanê Biyanî de Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.

Di şevê de ji bo balê bikişînin ser îstîsmara cinsî, newekheviya cinsî û ji bo protestokirina vê yekê her kesî “reş” li xwe kir. Pêşkêşvan komedyenê DYA’yî Seth Meyers bû. Wî bal kişand ser tacîzên sazkarên fîlman Harvey Weinstein ku li hemberî gelek lîstikvanên jin tacîz kiribû û got: “Îşev fîl ne li nav me ye.”

Di warê kurtedîzî yên tv de lîstikvan Nicole Kidman bi rola xwe di “Pretty Little Liars” de XElata Lîstikvana Herî Serketî girt. Kidman jî bal kişand ser tacîzê û got ku em vê mijarê ji rojevê danexin.

Elizabeth Moss di warê rêzefîlmên tv-drama de xelata Lîstikvana Herî Serketî bi rola di rêzefîlmê “The Handmaide’s Tale” de girt. Wê xelata xwe diyarî nivîskara femînîst Margaret Atwood kir.

Vane xelatên hatine belavkirin:

Di warê sînemayê de:

– Lîstikvanê Herî Serketî: Gary Oldman (Beşa drama, bi rola di “Darkest Hour” de)

– Lîstikvanê Herî Serketî: James Franco (di warê muzîkal de bi rola di “The Disaster Artist” de)

– Lîstikvana Herî Serketî: Frances McDormand (beşa drama, bi rola di “Three Billboards Outside Ebbing, Missouri” de)

– Lîstikvanê Herî Serketî: Sam Rockwell (bi rola di “Three Billboards Outside Ebbing, Missouri” de)

– Lîstikvana Herî Serketî: (beşa muzîkan/komedî de, bi rola di “Lady Bird” de)

– Fîlmê Herî Serketî (Drama): “Three Billboards Outside Ebbing, Missouri”

– Fîlmê Herî Serketî (Muzîkal/Komedî): Lady Bird

– Derhênerê Herî Serketî: Guillermo del Toro (Bi fîlmê “The Shape of Water” de)
– Senaryoya Herî Serketî: Martin McDonagh (bi senaryoya “Three Billboards Outside Ebbing, Missouri”)

Û hin xelatên din:

– Di warê TV-Drama de: Sterling K. Brown, bi rola di “This is Us” de Lîstikvanê Herî Serketî

– Di warê Kurterêzefîlm an jî Fîlm de: Aleksander Skarsgard bi rola di Big Little Lies de Lîstikvanê Duyemîn yê Herî Serketî

– Di warê drama de Rêzefîlmê Herî Serketî: The Handmaid’s Tale

– Di warê rêzefîlmên TV, Muzîka/Komedî de, yê serketî: The Marvelous Mrs. Maisel

– Di warê kurterêzefîlm de, lîstikvanê herî serketî: Ewan McGregor (bi rola di Fargo de)

– Di warê rêzefîlmên TV, Muzîka/Komedî de lîstikvanê herî serketî: Aziz Ansi (bi rola di Master of None de)

– Di warê Kurterêzefîlm an jî Fîlm de lîstikvana duyemîn a herî serketî: Lauro Dern (bi rola di Big Little Lies de)

– Anîmasyona herî serketî: Coco

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir