Romana “Berbang” hate weşandin!

Pirtûka “Berbang” ya Nivîskarê Navdarê Kurd Ereb Şemoyê, ji aliyê Weşanên Lîsê ve hate weşandin.

Ereb Şemo (Erebê Şamilov) di Wêjeya Kurdî de cîyek gelek girîngê digre û romana yekem a Kurdî, bi nave “Şivanê Kurmanca” dinivîsê ye.

Notê Weşanxane:

“Berbang” guhertoyeke “Şivanê Kurmanca” ye. Çend serpêhatîyên ku di “Şivanê Kurmanca” de tinene lê hatine zêdekirin û çend serpêhatî yan hatine kurtkirin yan jî dirêjkirin. Bi vî awayî navên hin kesên ku navên wan di “Şivanê Kurmanca” de tinene jî di van serpêhatîyên lê zêde kirî de têne hildan. Zimanê berhemê heman ew zimanê “Şivanê Kurmanca” ye. Lê ji bilî ku peyv bêne guherandin, edîsyonê gelek tişt bi qaydeyê şêweyê yekgirtî sererast kirine. Sererastkirina daçekan û sererastkirina peyvên kurtkirî çend mînakên ji van guherandinan in. Wekî di dawîya berhemê de jî hatiye nivîsîn, sala jinûvenivîsîna wê 1957 e.

Berbang
Ereb Şemo
Roman, 200 rûpel
Çapa pêşîn, Berfanbara 2017’an
Weşanxaneya Lîs, Amed

Berhemên yên din Nivîskarê Ereb Şemoyê tên zanîn; Kela Dimdim, Şivanê Kurmanca, Jîyana Bextewar, Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê, Hopo û Emrê Lenîn in. Nivîskar û Rewşenbîrê ya Yekîtîya Sovyetê Ereb Şemo, li welatê Ermenistanê de ji bo derxistina rojnameya bi navê “Rêya Teze” de lê xebitî ye û rojname, heta jî sala 2006’ê ve weşanên xwe berdewam kirî ye.

Nivîskarê Navdarê Maksîm Gorkî ji bo  Nivîskarê Navdarê Ereb Şemo re gotî ye; “Gelê Kurd bi zimanê Ereb Şemoyê re diaxive”.

Çavkanî: http://www.wikiwand.com/ku/Ereb%C3%AA_%C5%9Eemo

http://wikisosyalizm.org/Ereb%C3%AA_%C5%9Eemo

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir