Rûyeke Neveşartî: Furûx Feroxzad

Furûx Feroxzad di 5’ê Rêbendana 1935 ‘an de li bajarê Tehranê hatiye dinyayê. Keça malbateke dewlemend bû. Li Tehranê dest bi perwerdehiya xwe kir. Di 16 saliya xwe de bi Perwîz Şapûr re zewicî û li ba mêrê xwe li bajarê Ehwazê perwerdehiya xwe dewam kir. Ji vê zewacê kurekî wê bi navê Kamyar çêbû. Lê vê zewacê tenê du salan dewam kir. Dadgehê biryar da ku kurê wê li ba mêrê wê be. Mêrê wê jî careke din kurê wê nîşanî Furûxê nekir. Her çiqas bi hesreta kurê xwe biêşe jî wê bi dilekî narîn û paqij ji mirovan hez kiriye.

Jiyana Furûxê ya di nav tenêtiyê de jî zêde dom nekir û di 32 saliya xwe de, di qezayeke trafîqê de xatir ji jiyanê xwest.
Furûx 5 berhem li pey xwe hiştin. Furûx di helbesta Îranê ya sedsala 20.’de naveka pir girîng e. Ji xeynî helbestan bi sînema, şano, wênesazî, lîstikvanî û derhêneriyê re jî eleqedar bûye. Ew di nav helbestvanên cîhanê yên jin de xwedî cihekî taybet e. Wê helbestên xwe bi zimanê jinan nivîsandiye.

Furûxê di salên dibîstana seretayî de dest bi nivîsandina helbestan kir.Ev helbestên wê di kovara Rewşenbîr de hatin weşandin. Pirtûka yekem a bi navê Êsîr hê di 17 saliya xwe de weşand.
Wê gelekî êş û zehmetiyên jinîtiyê kişandiye û bi zimanê jinê jî helbestên xwe nivîsiye. Li gorî Furûxê jinitî mehrûmiyet e û mêrîtî jî xweperestî ye û xwe xwedî maf dibîne ku bibe xwediyê gelek tiştan. Furûx jî li hember vê derketiye; bi hişê xwe serî hildaye, bi zimanê xwe serî hildaye, di nivîs û vegotinên xwe de serî hilda ye. Ev serîhildana wê bûye sedem ku di wêjeyê de hejîneke nû çêbe û hişmendiya zelam hêrs bike. Her çiqas ji aliyê wêjenivîsên zelam ve bûbe hedef jî, kesî nekariyê li hember tufana helbestên wê xwe ragire û neyartiyê bidomîne. Di demek kurt de helbestên Furûxê li hemû cîhanê deng veda. Ew ên ku nedixwestin li ser cendekê wê telqîn jî bê xwendin, ew ên ku Furûx mîna efsûngerî nîşan didan li hember Furûxê ji rêzgiretinê pêve rêyek din ji wan re nema. Ji bilî Kurdî bi gelek zimanan helbestên wê hatin wergerandin. Di 8 ê adara 2013 an de me helbestên Furûx bi kurdî jî xwendin.

Furûx Feroxzadê tu hestên xwe nepenî nehiştin, di dilê xwe de veneşartin, bi ziravî nivîsîn, bi tenikî hûnandin, bi hosteyî lihev anîn û bi dilşêrî jî vegot. Dibe ku ya dilê hemû jinan jî gotibe bi hestên jinîtî, bi hestên jinane.

Civaka me bi gelek kesayetan re hevnas e. Kesên ku hindik be jî dibistan xwendîn di derbarê navdarên dinyayê de xwedî nêrînekî ne. Nexwasim di tevgera jinê de kesayetiyên ku di qada siyasî û teorî de pêşengî kirine ji nêzve nas dikin; Jiyana wan, daxwaziyên wan dişopînin, nas dikin û dişopînin û di gelek çalekiyan de jî bibîr tînin. Dibe ku ev jin ji welatê me be, yan jî ji welatekî din be. Ev ji bo tevgera jinê qet ferq nake. Ji bo wê welatê jinê hemû cîhan e. Dibe ku ev jin helbestvanek be yan jî siyasetmedarek be.
Furûx li hember zordariyê bi riya helbestên xwe serî hildaye, li hember kevneperestiya nav malbatê û nav civakê serê xwe netewandiye, bêtirs helbestên xwe hûnandiye. Hemû birînên ku ew pê diêşe mîna ku êşa hemû jinan be di helbestên xwe de vehûnandiye. Jin di civakê de di rewşeke neçar de ye, li hember mêr teslîmkar e, bêziman e, tu dibê qey lal bûye. Wek berdevkê jina kerr û lal bi jinane û bêyî ku hestên xwe veşêre, sansûrê li ser xwe çêke yan jî ji bandora zordar û kevneperestiyê bitirse ya dilê xwe gotiyê; dibe ku ya dilê hemû jinan û hemû mêran be jî. Dema ku mirov dixwînê pê dizane. Ne tenê jinekî nas dike jinê nas dike, hestên wê nas dike, dilnizmiya wê nas dike, kubariya wê nas dike. Bi çavê jinê, bi dilê jinê jinê nas dike. Ev venerîn bi mêr re jî çêbe dê ne baştir be gelo. Em xwe veneşêrin, her wekî Furûx xwe veneşartî. / Nivîsa Muhsîn Ozdemîr

Ez cîhana xwe bi xwe me
Wijdan dengê Xwedê ye
Xwezî dil ewqasî pak bûya
Ji bo gotina “ji te hez dikim”
Pêwistî bi sondxwarin nebûya

Muhsîn Ozdemîr 

Dîrok: Mehê Rebandê Ji Sala 2015’ê

Çavkanî: http://ferhengaciyan.blogspot.com.tr


Pirtûkên din ên Nivîskar, Helbestvan û Wergêr Muhsîn Ozdemîrê hatine weşandin:

Muhsîn Ozdemîr bi romana binavê   SÊ TILÎLÎ  tevlî karwanê nivîsê bû.

Got:  ev roman

“Ji bo dayîkên zulm dîtîn ên serxet û binxet, bişxet û berxetên welatê dabeşkirî re” ye

Di sala 2012 ‘an ji weşanên ronahî derket.

Di berdewamiya xebatên xwe î wergerê de hin têkariyên nû tevlî pirtûkxaneye kurdî dike.

Çend ji van berheman em bi hevre bibînin.

Şêrko Bêkes êdî di kurmancî de ne bêkes e Bi kurmancîkirina helbestên Şêrko Bêkes ji aliyê rewşenbîrên hêja birêz Sîrwan Rehîm û Muhsîn Ozdemîr ve êdî mezintirîn dîwana Şêrko Bêkes di pirtûkxaneyên kurdî de ne. Weşanxaneya Ronahî vê berhema mezin diweşîne. Mihemed Ronahî edîtoriya vê berhemê kir.  Berhem jî 450 rûpelî pêk tê. Ev berhem rêyeke nû vedike li ber xwendeavan ku şa’rên xwe bi ku kurmancî nas bikin.

Her weha sala 2013 ‘an de jî bi kurmacîkirina Muhsîn Ozdemîr û Sîrwan Rehîm di bin navê Hemû Helbest de ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hatibû weşandin.

Muhsîn Ozdemîr, her weha berhema şairê xwezayê Sohrab Sepehrî ya bi navê Dengvedana Lingê Avê ji farsî wergerandiye zimanê kurdî-zaravayê kurmancî. Ev berhem di wergerê de, di qalib û danana kurî de gelek pêşketiye û ji aliyê weşanxaneya Ronahî ve hatiye weşandin.

Ji Weşanxaneya Ronahî hemû berhemên Furûx Ferroxzadê bi wergera Muhsîn Ozdemîr di dîwanekî de berhevkirî, bi kurdî derdikeve pêşberî xwendevanên kurdîhez , helbesthez û mirovdost. Bi xebateke du salî, hûrgilî û bi hostahî wergerandiye, Mihemed Ronahî edîtorya vê berhemê kiriye.

Muhsîn Ozdemîr di wergera pexşanê de jî têkariyeke nû dike.:

Jî weşanxaneya Na yê romaneke din bi wergera Muhsîn Ozdemîr

“ev roman, di tarîxa edebiyata vê sedsalê de merhaleyek e.” andré rousseaux wergera ji farsî: Muhsîn Ozdemîr Edîtor :H.Kovan Baqî

Weşanên na

Di roman û çîrokê de berhema ku wek merheleyekê tê nas kirin Bûmê Kor a  Sadiq Hidayet bi kurdiyeke dagirtî , hevoksaziyek herikbar  ji farsî wergerandiye zimanê kurdî. Ev berhem  hê nû ji aliyê weşanxaneya “na” yê ve hatiye weşandin.

Berhema herî dawî ya bi werger û berhevkariya Muhsîn Ozdemîr derketî  Şanoya Dayîka Niştiman –Şanoya Koşka Miradan e. Ji weşanê Na’yê derket

Muhsîn Ozdemîr: (z.1970), nivîskar û wergêrê kurd e. Di sala 1970î de li gundêZivinga Şikakan a ser Findika Botanê hatiye dinyayê.

Ozdemîr dibistana seratayî li Zivinga Şikakan xwend. Dibistana navîn û amadehî li bajarêWanê qedand. Piştî sala 1991ê tevlî tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber birîndariyê û sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt ma. Di sala 2003yan de li Ûrmiyeyê hate girtin. Di zindanê de bi rêya çûyîna dibistanê hînî Farisî bû. Hin defetên wî çêbûn ku di zindanê de li ser dîrok û wêjeya kurd û farisan bixwîne. Her weha bi saya hebûna pirtûkên kurdî yên bi zaravayê soranî fêrî soranî bû.

Di sala 2005an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Heta gulana 2010an jî di zindanên wek Colemerg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandere ya Rîzeyê û Licêya Amedê de ma. Di van salan de pirtûkên kurdî xwend. Romana xwe ya bi navê Sê tilìlî li zindana Licê nivîsî û di sala 2010an de ji Weşanên Ronahî derket.

Niha li Batmanê dijî. Piştî derketina ji zindanê, di bin navê “Ferhenga Çiyan” de dest bi nivîsandina gotaran kir. Ev gotar bi pirranî di rojnameyên herêmî û kovara Şaredariya Batmanê de derdiketin.

Berhem
Sê Tilîlî. Roman, Weşanên Ronahî, 2011.

Kitêbên ku Muhsin Özdemir wergerandine kurdî

Sohrab Sepehrî/Dengê Lingê Avê/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir

Furûx Ferroxzad/ Em Îmanê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin/Hel-best/Weşanên Ronahî/Diyarbekir

Furûx Ferroxzad/Hemû Berhemên Furûx/Helbest/Weşanên Rona-hî/Diyarbekir

Şêrko Bêkes/Hemû Helbest(bi alîkariya Sîrwan Rehîm)/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir/2013

Sadiq Hidayet /Bûmê Kor/Wergera ji Farisî/Roman /Weşanên Na/Îzmîr /2013

Ji Başûr Barana Helbestê/Şêrko Bêkes /werger : Muhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm/. Weşanên Ronahî/Amed/2014

Şanoya Dayîka Niştiman û Şanoya Koşka Miradan. Lêkolîn -Şano/Werger û Berhevkirin: Muhsîn Ozdemîr /Weaşanên Na/Îzmîr/2015

Çavkanî: http://www.wikiwand.com/ku/Muhsin_%C3%96zdemir

Vîkî Kurdî 

 

 

 

 

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir