10’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê meha Avrêlê dest pê dike

10’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê li welata Îngilistanê, di dîroka navbera 13-22an Avrêlê (Nîsan) ji sala 2018’ê de dê bê lidarixistin.

Di çarçoveya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê de heta niha gelek fîlman hatin nîşan dan. Amadekarên Mîhrîcanê daxuyanîyek nivîsandî eşkere kir. Di daxuyanîyê de tê gotin; Mîhrîcan, li benda fîlmên derhêner, sînemager û fîlmçêkeran e.

Daxuyanîya Amadekariyên Mîhrîcanê:

“Festîvala Filmên Kurdî di serî de, di beşa xwe de yekemîn festîval bû û ji wê hêlê ve bûye pêşangeha mezintirîn a fîlmên kurdî ya derveyî Kurdistanê.

“Ev festîval 15 salan zêdetir e ku fîlmên li diyasporaya kurdî û fîlmên di şert û mercên zehmetî de hatine çêkirin, tîne ber çavan.

“Festival dê li ser berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) û li Başûrê Kurdistanê (Bakurê Iraqê) bisekine.

“10emîn festîval dê bê li darxistin bo bîranîna Mehmet Aksoy ê fîlmçêker, rojnamevan û çalakvan ê Brîtanî-Kurd.

“Beşên bo serlêdanan ev in: Fîlmên Dirêj, Belgefîlm û Kurtefîlm.

“Îsal festîval fîlmçêkeran teşwîq dike ji bo ku fîlmên xwe bir rêya “Filmfreeway” (https://filmfreeway.com/) bişînin. Ji bo zêdetir agahî ka çawa fîlm tên şandin, ji kerema xwe herin: www.lkff.co.uk

“Heke pirsên we derheqê sponsortî, hevkarî û dilxwaziyê de hebin, ji kerema bişînininfo@lkff.co.uk “

Navnîşana Facebookê jî Mîhrîcanê:
https://m.facebook.com/londonkurdishfilmfestival

Çavkanî: Nivîsa Daxuyanî ya Mîhrîcanê ji malpera Bianet Kurdî re hatiye wergirtin.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir