57. Salvegera Şewata Sînemaya Amûdê ye

Mevlut Oguz / 13.11.2017

Di 13ê mijdara sala 1960î de, karesatek li bajarê Rojava Amûdê qewimî. Sînemaya bajêr şewitî û di encamdana şewata sînemayê de nêzî 300 zarokên kurd ên xwendekar jiyana xwe ji dest dan.

Di 13ê mijdara sala 1960î de, Ji bo piştgiriya ‘Şoreşa Cezayirê’ wê rojê rayedar û midûrên dibistanên Amûdê hemû xwendekarê dibistanên seretayî yên li bajêr mecbûr kirin ku biçine sînemeyê. Rayedarên gotibûn ku dê dahateyên seansa fîlmên sînemayê yên wê rojê wek alîkarî ji bo Şoreşa Cezayirê bêne şandin.

DI ŞEWATA SÎNEMAYÊ DE NÊZÎ 300 ZAROKÊN KURD CAN DAN

Wê rojê sînemaya bajêr şewitî û di nav de nêzîkî 300 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan. ‘Sînemaya Amûdê’ di bîra gelê kurd û bi taybetî di nava gelê Rojava de dê her zindî be û dê her weke bûyereke sotîner dibîr were çimkî bi şewata zarokên bêguneh ve girêdayî ye.

‘EW BÛYER WEKE ALBOMEK TIJE WÊNEYÊN HAWAR Û QÎRÎNÊN AGIRŞEWAT E’

Helbestkarê ji Dêrîka Hemko yê rojava Demhat Dêrikî ji Sputnikê re derbarê şewata Sînemaya Amûdê de diyar kir Komkujiya sînemaya Amûdê birîneke ku nayê ji bîr kirin û wiha axivî, “Di dîroka miletê kurd de bi taybet kurdên rojavayê Kurdistanê. Şewata agirê Sînemaya Amûdê ku 298 zarok bi wî agirî hatin şewtandin, şehîd kirin, rastiya rûyê rejîma Baas e li dijî miletê kurd di warê siyasî de. Lewma ev roj rojeke reş e, rojeke birîn û êş kûr e û tucarî nayê kewandin ta zarokên kurdan di bin ala serxwebûna welatê xwe de mezin bibin, bi azad bijîn û dê weke rastiya dijiminê kurdan li ber çavê kurdan be.”

Ji bo sînemaya şewitî, yekem sînema hat vekirin

Dêrîkî diyar kir ku şewata agirê sînemaya Amûdê tevî salên bihûrî hê jî bandorek neyînî li ser hest û giyanê min dike û wiha pê de çû, “Bêguman ev komkujiya li 13 Mijdara 1960’î li ser destê rejîma Bees rûdayî ku li wê demê 500 zarokên dibistana Amûdê ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê, di sînemaya tenê têra 150-200 kesan dike komkirin de, bandorek neyînî li ser hest û giyanê min dike. Dema wê dîrokê dixwînim, ew bûyer weke albomeke tije wêneyên hawar û qîrînên agirşewat di nava min de gur dibe û pirtir min bi dijminê min dide naskirin.”

Ji hêla din ve gelek helbest, zêmar û stran li ser vê bûyera dil sotîner hatine nivîsandin. Yek ji wan helbestkaran Abdulqadir Mûsa ye. Mûsa li ser şewata Amûdê wiha dibêje di helbesteke xwe de:

“Tu… bi kincê xwe yê ji berfê
ez bi kincê xwe yê ji dûmana sopaya zivistana
Amûda şewitî!..”

Û Helbestkar Ehmed Huseynî gelek helbest li ser Amûdê, Amûda şewitî û mindalên bêsûc û bêguneh nivîsî ne, çend riste ji helbesteke Huseynî:

“derbasî mûzexaneya mirina min bibe
peykerên bagerê di nav destên xwe de bihelîne
peyvên wî bi mirinê derman bike
dayika min ji goristana amûdê ber bi bêrîkirina min ve birevîne
û vî welatê xweşik bi maça min gurr bike şêxê mino
de nîşanêyên avê li şaneyên sîberê li şanêyên mûman li şanayên perî û ferişteyan
li şanayên şevistanê û li şaneyên şaneşîn û li şaneyên ewrên
ji êgir ên dilê min û li kûlîlkên şîngir a zarokên min bigere şêxê mino”

n û li şaneyên ewrên
ji êgir ên dilê min û li kûlîlkên şîngir a zarokên min bigere şêxê mino”

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir