Fîlmê Fatih Akin berendamê Oscarê ye

Welat yek bi yek fîlmên xwe ji bo pêşberendamiya Oscarê di warê “Fîlmê Herî Serketî yê Biyanî” de dişînin ber destê endamên Akademiyê. Almanyayê fîlmê Fatih Akin “Aus dem Nichts” wekî berendam nîşan da. Akin di fîlmê xwe de çîroka jinek alman ku di êrîşa neo-naziyan de mêrê wê yê kurd û zarokê wê hatiye kuştin vedibêje.
Serlîstikvana fîlm 
Diane Kruger di Festîvala Fîlman a Cannesê
 de îsal Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt û piştî vê wisa gotibû: “Ev rola jiyana min bû.”
Derhêner Fatih Akin di sala 2004’an de bi fîlmê xwe “Hemberî dîwar” li Festîvala Fîlman a Berlînê “Xelata Hirça Zêrîn”, di sala 2007’an de jî “Li Qeraxa Jiyanê” di Festîvala Canneê de xelata “Senaryoya Herî serketî” girtibû.
Çendek berê hatibû gotin ku Akin di demên pêş de li ser YPJ projeyek amade bike.

Tirkiyeyê “Ayla” şand
Her wiha Tirkiyeyê jî berendamê xwe şand: “Ayla”. Derhêneriya fîlm Can Ulkay kiriye. Çetin

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir