Helbestekî Nivîskar û Helbestvanê Mezin Arjen Arî / Evîn Biharek e

Evîn Biharek e – Arjen Arî

ne milk e li Mem û Zînê
ne evîn, ne evîndar î…
evîn biharek e dînê!
hesinkerekî dil dayê, dildar ma.
temendîrok û dozdar ma.
û li pey,
li vî çiyayî, li vî beriyê…

negihiştin xweziyê
çav li rê, bengîn in hê
vebûn vebûn bi hêvî ne hê
kulîlkên zer şekerok in
kulîlkên sor birazava…
hesinkerek bi navê Kawa
dil dayê, evîndar ma;
bejin-agir û çav-aza
evîn bihareke dînê!

evîn bihareke dînê!
evîndar her şerkerek e,
milkê wî Birca Belek e.
ew milk e
dergûş û kemla evînê…

Ji Pirtûka Heftê û du Nefî / Weşanxane: Evrensel Basım Yayın

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir