Derhênerê Kurd bû endamê Akademiya Oscarê

Hat ragihandin ku derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî bûye endamê Akademiya Oscarê ku akademiya herî mezin a taybetî ya sînemaya cîhanî ye.

Wek tê zanîn Akademiya Hûner û Zanistên Sînemayê di sala 1927an de li Kalîforniya Amerîkayê hatiye damezrandin û her sal xelata akademîk a Oscarê pêşkeş dike. Zêdetirî 6 hezar endamên vê akademiyê hene ku kesên pisporên hunera heftemîn û di nava wan de 5 hezar û 800 kes endamê komîsyona dengdanê ne.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Akademiya Hûner û Zanistên Sînemayê îsal li seranserê cîhanê bang li 800 sînemakarên nû kiriye da ku bibin endamê beşên cuda yên akademiyê. Di nava van kesan de 9 sînemakarê îranî û herwiha derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî, derhênerên jin, Leyla Hatemî û Gulşîfte Ferahanî jî di vê komê de cîh digrin.

Qubadî di sala 1969an de li bajarê Banê li eyaleta Kurdistan a Îranê ji dayik bûye û fîlmên wî di festîvalên cihanî de gelek xelat wergirtine.

Çavkanî: Sputnik News

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir