‘Hewcedariya sînemaya Kurd bi akademiyê heye’

Amed – Lîstikvana Fîlmê Kurdî Genco Gulbîn Bozan da zanîn ku ji bo sînemaya Kurd pêş bikeve hewcedarî bi saziyên akademîk yên perwerdehiyê didin heye.

Fîlmê Genco ku xelata herî baş ya Festîvala Fîlm a Enqereyê girt tevî ku fîlmekî qehremaniyê yê herî başe jî wek fîlmekî îronîk yê li ser parvekirina hêz û desthilatdariyê hatiye sekinandin dertê pêşberî me. Lîstikvan Gulbîn Bozan ku di fîlm de dilîze anî ziman ku Genco bi butçeyeke pir kêm derxistne û got sira vê jî hezkirina wan ya hunerê ye û wiha got: “Sînemaya Kurd tevî gelek astengiyan hewl dide. Genco ji fîlmên din yên Kurdî cudatir nexwedî mijareke polîtîke. Em li Enqereyê rastî bertekên erênî hatin. Me bi butçeyek kêm kişand. Ev jî ji senaryoyê pêk tê. Dihat gotin ku divê sînemaya Kurd bê cihekî.”

Gulbunê daxuyakirin ku her kes berdewama fîlm jî dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tayînakirina qeyûm a Navenda Çandê ya Cigerxwîn û navendên din ne dawiya hunera Kurde. Ji bo sînemaya Kurd pêş bikeve gelek rê hene. Ji bo pêşketina sînemaya Kurd hewcedarî bi navendeke hunerê heye. Cîgerxwîn gelek bi fêde bû. Xwezî hebûye. Bêguman hewcedarî bi akademiyên ku perwerdehiyê didin heye.”

 Çavkanî: Şûjin

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir