Derhêner Filiz Işık Bulut: Zelal çîroka jinan e / Hevpeyîvîn

Ev Nûçe û Hevpeyîvîna Sînemayê 9’ê di Meha Adarê de hatî bû weşandin.

Mehmed Salih Bedirxan

Di Mîhrîcana İf Stenbol a Fîlmên Serbixwe de kurtefîlmê derhêner Filiz Işık Bulutjî hate nîşandan. Di 23ê Sibatê de derfeta me jî çêbû ku em li fîlmê temaşe bikin û digel derhênera fîlm Filiz Işık Bulut,  prodoktor Selahattin Bulut û lîstikvana fîlmê Devrim Karadağ sohbetê bikin. Kurtefîlmê Işık Bulut behsa serborîya mirovan a li metropolan dike. Işık Bulut, bi fîlmê xwe xwestîye xirecira bajêr, tenêtîya mirovan, rewşa jinan bi ritm û sembolan vebêje.

Karaktera fîlm Zelal bi lawê xwe İbore dijî. Mêrê wê mirîye. Wer di malêdeye. Rojekê hevala wê Seherê jê dixwaze ku ji dêvla wê biçe kar. Zelal li cîyê ku çûyîyê li tiştekîjibîrkirîye rast tê.

Zelalê kî ye?

Derhêner Filiz Işık Bulut, piştî temaşekirina fîlmê bersiva pirsên me dide û ji me re behsa çîroka Zelalê dike:

“Çîroka Zelalê çîroka jinên derdora min e. Jinên tenê… Tenêbûn û Zelalê wekîhev in.Min xwest ez di vê fîlmê de kesênku li taldeyan mane û hayê kesî ji wan tune; ew kesên kuhisên wan qeşa girtine bikişînim… Wek kulîlken di sîyê de mabin û derkevin ber tavê… Vî zemanê em tê de ne, jin di sîyêde,  karker di sîyêdeû zimanê kurdî di sîyêde…Di fîlmê de min xwest ev tiştina bên dîtin.Wek lorîneke li ser jîyaneke tune hatibe nihurandin.

‘‘Zelal wek dayikekê çi wezîfên wê hebin dike. Êşa Zelalê ne êşek ku mirov pê bimre.Wek hisek ku ji kar û barên dinyayê dor nehatibê û weha veşirtî û tevizîbe.Car caran tevzîk li hestên wê  bidin jî çendak şûnde ji bîr dike û xwe hînî jîyana xwe ya tenê dike. Adet çi be wêya dike. Pê li dilê xwe dike û li mala xwe rûdine.‘‘

 

Filiz Işık Bulut: Ez dixwazim çîrokên jinan bikşînim.

‘‘Ezdixwazim çîrokên jina bibêjim. Ji îfadekirina livên hisên vejirtî û bi çûk hez dikim. Em giş bi çîroka Zelalê zanin. Îro di her malekê de Zelalek heye. Min xwest ez çîroka zelalê bibêm û derdê wê hebekî sivik bikim.‘‘

Derhêner Işık Bulut ku heta niha li Amedê jî fîlm kişandine, behsa koçberîya kurdan a bo Stenbolê dike û eşkere dike ku Stenbol mekanêkî muhîm e bo fîlm kişandinê û wiha dibêje:

Libajarên mezin hemû kes ji hev gelekî dûr in û bi karê xwe re mijûl in. Roj çawa derbas dibe nabînin. Jiber vê min xwest çîroka jîyana bajarekî metropolê xuya bikim.Derketina derve, rêveçûna li ser rêyekê û çûyina derekê. Min xwest ez Zelalê bimeşînim. Meş azadîye. Rojekê Zelalê Ji dêvla hevaleke xwe diçe atolyeke solan. Li wê derê ji bo ku mirov pê bimeşin sol têne çêkirin.‘‘

Di beşeke din a sohbeta me de dîmenên kewşînkên(kumrî)ku Zelalê nan danîyeber wan tên pêş çavê min, ez pirsa kewşînkan dikim; Kewşînk ji ku derketin?

Filiz Işık Bulut dibişire û wiha dibêje: “Ez demeke dirêj li jina ku rola Zelalê bilîze, gerîyam. Ev kes divêt mîna kewşînkekê bûya. Kewşînk û jin ji hin alîyan dişibin hevdu.Kewşînk wek nîşaneya hezkirinênê û hevparîyê ye. Cot digerin. Baskên jîyana bê evîn jikestîne. Kewşînkên li derve difirin û azadin. Heyata xwe dijîn. Zelalê jî di mal de wek kewşînkek kevirî bê deng û bê hise.Guhertinên piçûk di jîyana mirovande guhertinên mezin çê dike. Selahattin hertim wisa dibêje: “Tu kevirekî piçûk diavêjî avê, piştî vê mewcên mezin çê dibin.” Divêt jibo veguhestinên mezin tiştên piçûk bihêne kirin.‘‘

Salehattin Bulut:Zelalê çîroka jina ye

Prodoktorê filmê Zelalê nivîskar Selahattin Bulut jî behsa proseya derketina filmê dike û radigihîne kuçiroka Zelalê ev demeke dirêj e di hişê Filizê de ye. Jiber derfetên aborî û kêşeyên din wan film taloq kirîye û kişandina fîlmêbi derengî ketîye. Piştî ku fîlm hat kişandin û wan temaşe kir, ji temaşavanan jî gelek gotinên baş bihistin e. Bulut behsa xebata Filizxan dike û dibêje: “Filiz fîlmên xwe di du-sê  rojan de dikşîne, lê berî wê du-sê mehan liser difikire. Min nizanibû jibo çi diçe atolya solan. Mesela heta min got, ‘Ev atolye ne pir fireh û baş be, tu dixwazî emcîyekî din bibînin.’ Got: ‘ Na, ez vê atolyê dixwazim.‘ Piştre min fêm kir jibo çi atolya solan xwestîye. Gava Zelalê wer di malê de bi, ji xwe sol jî ne hewceye, lê wextê Zelalê ji malê derkeve,wê çaxê Filizê dixwaze wê bibe atolya sola û soladi bîra wê de bîn e.”

Di beşeka din a sohbetê de Selahattin Bulut destnîşanîyê bi rola karakterê filmê Mahmûd dike. Bulut dibêje serborîya Mahmûd û Zelalê yek e û ew jî weke Zelalê bi tenê ye. Di nava kar û xebatê de haya wî ji xweşîyên cihanê tuneye. Û dîsa vedigere ser Zelalê û ji me re dibêje: “ Zelalê tenê ye.Mêrê wê tine. Çi bi mêrê wê bûye ne dîyare. Lê em dizanin kujineke kurd mêrê wê tine be ne bi emrê Xwedêye.

Devrim Karadağ: Zelal li malê hatîye zindanî kirin

Listikvana sereke ya kurtefilma Zelal Devrim Karadağ jî behsa filma zelal û listikvanîya xwe dike. Ew dibêje Filizxanê bo listikanîyê ew ecibandibû û wê piştî xwendina senaryoyê gelekî ji senaryoyê hezkiribû û dest pê kiribû.  Karadağ wiha dibêje: „Filizxan ez ecibandibûm bo lîstikvanîyê,gazî min kir. Min senorya xwend û çîroka  Zelalê di mejîyê min de zelal bû. Gelek kêfa min ji Zelalê re hat. Çi ma hat? Jiber ku em jin gelek belangaz in. Di her zemanî de di kîjan holê de jî be, ango li malê be, ango liser kar be; ango perwerdeker be; çi jî be, dîsa jî jin li paş in.  Zelalê û lawikê xwe tenê mane. Zilamê wê tine û di civakê de gelekî belangaz e. Di hundir de maye. Hestê xwe ji bîr kirine. Jîyan ji bîr kirîye. Bi hevala wê re jîyana wê diguhere. Wê çaxê fêr dibe ku jîyan çiqas xweş e. Evîn heye; jîyan heye. Azadî heye.  Ev tişt jibo min gelekî piroz bû. Jiber vê jî min got “Erê” û min wilo dest pêkir. Zelal ji Kurdistanê hatîye. Zilamê wê tine. Di jîyana metropolê de jinekewisa dijî. Di metropolê de ji hindur derneketîye. Bi tena serê xwe ye. Zelal tu wisa bikî eyb e. Zelal dernekevî derve eyb e. Tu herî bişuxilî eyb e. Ango tu bi zilamekî re rûnê eyb e. Yanî wilo lê kirine, nikaribû derkeve derve.“

Çavkanî: Heftenameya Bas

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir