Çîroka Kurdên Cizîrê yên ku 50 sal berê çûne Almanyayê

Çîroka Kurdên Cizîrê yên ku 50 sal berê çûne Almanyayê

Li Almanyayê ji gelek bajarên kurdan kurd hene. Beşek ji wan jî cizîrî ye. Zekî Ozmen li ser çûyîna kurdên Cizîrê ji bo Almanyayê dokumanterek amade kir.

Rojnameger û edîtorê Diyarnameyê Zekî Ozmen ku ew bi xwe ji Cizîrê ye ketiye dû çîroka gundiyên Cizîrê ya çûyîna Almanyayê. Ji bo vê yekê ji şahidên wê demê re hevdîtin çêkiriye û li ser dokumanterek amade kiriye.

Ozmen bi navê “Rêya ji Hoser heta Almanyayê” dokumantera xwe amade kir û qala çîroka “karkêrên mêvan“ ên kurd ên di salên 1970’yan de çûne Almanyayê dike. 

Di sala 1961’ê de protokola çûna “karkerên mêvan“ ya Almanyayê di navbera hikumeta Almanya û ya Tirkiyeyê de tê îmzekirin. Ji Tirkiyeyê ji bajarên tirkan jî bajarên kurdan jî gelek kes berê xwe  didin Almanyayê. Wê demê ji Cizîrê jî çar ciwanên ji Hoser a bi ser Cizîra Botan ve jî diçin Almanya û dest bi karê di fabrîqeyan kirin. Hacî Xelîlê Hacî Osman berî were Almanyayê muxtarê Hoserê bû ku serkêşiya hatina gundiyên xwe ya Almanyayê dike. Hacî Xelîl di vê dokumenterê de behsa wan rojan dike û temaşevanan jî bi xwe re dibe salên 1970an û tîne heta roja îro.

Kunye:

Nav: Rêya ji Hoser heta Almanyayê

Amedekar: Zekî Ozmen

Kamera: Reşat Erdogan

Montaj: Zana Erdogan

Stûdyoya amadekirinê: Resatvideo

Veberhênan: Studio HZ

Veberhênan: Studio HZ

Fermo ew dokumanter:

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir