“Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim”

“Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim” – Hevpeyîvîna Aziz Tekin 

Di demsalek sipî de dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya. Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê de em li ser her tiştê axivîbûn her wiha li ser van pirs û bersivên jêrê jî lê ancax nehe bû nesîb derbasê nivîsê bibe.

Helbestên Yehya gelek hatin hezkirin. Hin jê bûn benîşt di devê keç û xortan de, hin jê hatin xwendin li ser Youtube û hin jî li ser dîwaran hatin neqşandin. Ew î xwe zêde nîşan neda û her wiha kesî/ê jî wî zêde nas nekir.

Bêyî ez wek destpêka hevpeyvînê zêde dirêj bikim û bi fikrên xwe tevlî nivîsê bibim (bêyî pirsan) gotin û fikrê Yehya li ber we radixim.

Te di 2015an de di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de xalat stend. Ji bo helbestvanek xelat stendin tê çi meneyê?

Ji bo helbestkarekî bi, taybetî jî ji bo helbestkarekî ciwan xelat sitendin tê wateya peyitandina helbestên wî/wê. Pêşbaziyên bi vî rengî helbestkarê/a ciwan derdixe ser sahneya wêjeyê. Xelat ji bo helbestkarê/a ciwan rêya xwendin û naskirinê vedike. ango jê re dibe reklam. Ev tişta han qet nebe ji bo pirtûka min derbasdar e. Di sala 2015an de gelek helbestkarên ciwan berhemên xwe yên ewwil çap kirin. Ji vana çend heb eleqeyeke mezin dît? Ez bibêjim a min jî di nav de ti berhema ewil rastî eleqeyeke mezin nehat. Ev ji kêmasiya nivîskar û pirtûkê zêdetir bi weşanxane, xwendekar û nebûna rexne û danasîna pirtûkên nû derketî re eleqedar e. Bes qet nebe bi saya xelatê berhema min ji yên din bêhtir hat belav kirin û xwendin. Bi saya wê xelatê hinek kesan meraq kir û pirtûka min sitend. Yanî tişta kir ku Anatomiya Demsalên Zer ber bi çav bibe, dayîna xelatê ye. Ji bo her kesî wilo ye ev. Pirtûk hatibe xelat kirin hêjayî xwendinê tê dîtin.  Bêguman beriya xelat sitandinê jî helbestên min di kovaran de dihatin weşandin bes ev helbestana zêde bal nekişandin. Ev tiştekî normal e.  Di dema me de berhemek bêyî reklam û beyî danasînan kêm caran ji hêla xwendekaran ve tê hez kirin. Lê çawa ku dosye di pêşbaziyeke ciddî de, ku jurîyên van pêşbaziyan jî bi pirranî helbestkarên pêşketî û pispor in, xelatê distîne ev ji wê berhemê re dibe nîşaneke payebilindiyê. Xelatên bi vî rengî herwiha barê helbestkar jî giran dike. Ciwanê/a xelat sitendî piştî xelatê û pê ve wê nikaribe wek berê rehet be. Xelata ku sitendiye asta wî diyar kiriye û êdî divê ji berê baştir bixebite. Ji ber ku êdî xwendekar jî jê bi hêvî ne. Bêguman ev rêya berhem û xebatên serkeftîtir jî vedike. Qet nebe ji bo min wilo ye. Beriya xebatê ez ew çend baş nedixebitîm lê piştî xebatê min him xwendinên xwe û him jî nivîsandina xwe sîstematîze kir. Niha jî heman awayî xebatên xwe didomînim.

Di çend helbestên te de dijberî û lihevnekirina  gundîtî û bajarîbûnê heye. Her çiqas piraniya kurdan hê jî gundî bin jî çi ji ber kar, çi ji bo xwandinê kesên bi nivîsê re eleqedar in li bajaran dimînin ku tu jî yek ji wan î. Tu vê têkiliyê çawa dibînî?

Tespîta te di cî de ye. J Helbest ji dijberiyên rojane ên jiyanê û dijberiyên hest û tevgerên helbestkar bi xwe çêdibe. Kesê helbestê dinivisîne bi xêra van dijberiyan wêneyê civak, hest û têkiliyên di navbera mirovan dikşîne û helbesta xwe wilo dinivisîne. Binêre, dinya cihekî xweş bûya, êş, elem, acizî, mirin, têkçûyîn nebûya bêguman wê helbest jî nebûna.  Tenê di ûtopyayan de helbest tune ye. Ji ber ku di girava ûtopîk de dijberî tune ye pêdivî bi helbestê jî nayê dayîn.  Rast e di helbestên min de dijberiya gundîtî û bajarîbûnê heye. Ev taybetmendî ne tenê di helbesta min de di tevahiya helbestên helbestkarên kurd de heye. Helbestkarê kurd çavê xwe li gund vedike, zarokatî û ciwaniya xwe li gund derbas dike paşê bo xwendinê tê bajar. Li bajêr dest nivîsandina kurdî dike û kesayetiya wî jî li bajêr dikemile. Lewre piyekî helbesta kurdî li bajêr û piyê din jî li gund e. Helbestkarê kurd tecribe û bîranînên xwe ji zarokatiya li gund derbas bûye distîne û zanina xwe ya helbestê jî ji bajar. Ji ber vê sedemê her du tiştê em behs dikin bi awayekî dikevin helbestê. Lê weke Kawa Nemir di helbesta xwe ya “Rawestgeha Dilen Şikestî” de dibêje, berê helbesta kurdî tim ji gund ber bi bajêr ve ye. Ev ji hatina Stenbolê ya Hecî Qadirê Koyî û vir ve wiloye. Helbestkarê kurd him ji ber ruhê demê û him jî ji ber pêdiviya civakeke bajarî û modern nikare durî bajêr bimînê.  Bes ji bo helbesteke xurt û bi bingeh jî sud ji jiyana gundîtîyê tê wergirtin. Qesta min ji jiyana gundîtîyê zimanê tenurê ye. Ew zimanê Nudem Hezex her di helbest û nivîsên xwe behs dike. Divê wilo be jî, tu jî dizane dengbêjî çavkaniyeke girîng e bo helbesta kurdî û helbestkarên kurd. Lê di vir de tişta muhîm ev e, divê helbestkarên kurdan kelepora helbesta me ya klasik jî ji bîr nekin. Tim dibêm heke di bingeha helbesta me de Cizîrî û Evdal tunebe ew helbest wê bi piyekî be. Wê tehmsarkî û nîvco be. Heke ev tiştên min go, bêyî helbesta cîhanê a hevdem were kirin wê dîsa helbesteke baş dernekeve. Yanî helbestkarê kurd ne dikare tene bi ziman û hêmayên helbesta gelêrî binivîse, ne jî dikare bibe şopînerekî helbesta klasik. Di vir de wergera helbestê gelekî girîng e. Helbesta modern a cîhanê û bi taybetî jî a frensîyan divê li kurdî were wergerandin. Bo helbesteke baş pêdivî bi wergerên baş jî heye bes mixabin wergera helbestê zêde nîne.

Li Keleha Wanê, Sibat 2017
Foto: Kulîlk

Di helbestên te de dubarekirina çend peyv û hevokan hene. Her çiqas heta radeyek ev wek tarz bê dîtin jî tu difikirî ku ev bibe sedema qelsiyê?

Tu jî di nav de çend hevalan xetereya dubarekirina peyv û gotinan di helbestên min de anîn ziman. Ev xetere helbet heye. Yani xetereya xwedubarekirinê her heye bêguman.  Lê di dîwana xwe ya ewwil de bi taybetî min xwest hin gotinan di hin helbestên xwe de dubare bikim. Bi wî awayî min xwest çêl helbestên xwe yên din jî bikim. Wan bi bîr bînim. A din jî ji bo hesta xwendina helbesteke dirêj bi xwendekaran re çê bibe min ew tarz ceriband. Helbesteke dirêj a ji gelek beşên nêz û dijberî hev pêk tên bû daxwaza min. Çiqasî bi ser ketim nizanim. Kêfa min ji vî awayê nivîsandinê re hat, di dîwana min a duyem de wê dubarekirinên bi vî rengî hebin dîsa. Tiştekî din, min xwast armoniya di helbesta klasik û gelêrî de heye di helbesta min de jî hebe. Te dî di her du helbesta de jî dubarekirina deng û peyvan muhîm e. Helbest li ser dengan tê saz kirin. Rîtma ku bi gotinên dubarekirî tê saz kirin him bandora helbestê him jî lîrîzma wê xurttir dike bi min. Deng, ji stûnên helbestê ya herî zexm e. Helbest bi deng û peyvan tê nivîsîn. Fikir, xeyal, hêma li du deng tên. Em bêjin tu ji helbestê deng û peyvên dubarekirî derxe wê tene xirecira pexşaneke hişk bimîne. Lewre fikra helbestên bi dubarekirinan hatiye nivîsîn bi min xweş tê. Ez ê rîska xwe dubarekirinê dîsa hildim. Dibe tiştine baş ji vê rîskê derkevin û berê helbesta min bi asoyeke din vekin. Ji bo nûbûnê rîsk baş e. J

Te di helbesta “Hunera Helbestê” de poetîkaya helbesta xwe diyar kirî ye. Mînakên wiha zêde tune ne. Tu di derbarê poetîkayê û poetîkaya xwe de çi difikirî?

Poetîka fikren li ser hunera helbestê ye. Ji Arîsto û heta niha çi ji hêla fîlozofan çi jî ji hêla rexnegir û helbestkaran metnên ji bo fêmkirina helbest û helbestkariyê têne nivîsîn. Ev metnên ha bi awayekî reçeteyên helbestên baş in. Her helbestkar xwedî poetîkayeke taybet e. Ango li cîhanê bi qasî hejmara helbestkaran ewqas jî poetîka heye.  Wek kesekî helbestê dinivîse, fikrên min jî di derbarê vê meseleye de heye. Di helbesta xwe ya hunera helbestê de min xwest di derbarê poetîkaya xwe de çend tiştan bibêjim. Bes bêyî ku helbestê di nav retorik û fikrên pexşanî de bixeniqînim, min ew nivîsî. Di helbesta kurdî de çend mînakên wilo hene nizanim lê axir helbestkarên kurd jî di nav de her helbestkar di helbestên xwe de bi awayekî cih didin poetîkaya xwe jî. Yek ji wan helbesta Berken Bereh a kurt û ecêp e ya bi navê Belavok e. Manîfestoya helbesta kurdî ya antîkolonyal e. Bi sernavê Hunera Helbestê jî ji Paul Verlaine bigre hetta Luis Aragon ji Aragon bigre hetta Csezlaw Milozs gelek helbestkarên mezin ên cîhanê helbestên bi vî rengî nivîsîne. Ez werim ser poetîkaya xwe… Em neteweyeke kolonyalkirîne loma divê helbesta me jî antî-kolonyal be. Şerta helbesta min a ewwil ev e. Ji nav şaxên hunerê şaxa herî protest helbest e. Helbesta me jî ji Xanî û heta niha ve protest e. Lê helbest dema protest be jî divê ji hunerê neyê şuştin. Jixwe dema wilo dibe mirov nikare ji wê metne re bibêje helbest jî. Bi min helbestkar çi û çawa binivsîne jî divê ji estetîkê tawîzan nede. Ew tişta dixwaze bi xwendekaran bide his kirin dikare tenê bi çel kirinan bike, ne bi qêrînan. Helbestkarê frensî Mallarme dibê, helbest bi peyvan tê nivîsîn, ne bi fikran. Gotineke pir rast e, yanî heke helbest bi fikran bihata nivîsîn wê demê, wê helbestkarên herî mezin filozof bûna. Lê divê ev jî were gotin, helbest bê fikir jî nabe. Fikra di pişt peyv û dengan de hatiye nuxumandin bandora helbestê xurt dike. Helbest, tiştekî nabêje, ne hewceyî bibêje jî. Ew çêl dike, dipispisîne. Bi gotineke din helbest vêketina çirûskekê ye di hest û mejiyê mirov de.(ev bû tiştekî çirûskîst bawerim J ) Kesê helbestê dinivîsîne bi rêya helbesta xwe xwe jî bedew dike. Helbest rêya xwenasînê jî dide helbestkarê xwe. Helbest xwe saz kirina şexsî ye jî. Yanî kes ango şexs xwe bi rêya helbestê saz dike. Tabî piştî helbest ji pênusê derket ew dibe aidî her kesî. Êdî helbestkar ne dikare mudaxaleyê lê bike ne jî dikare wê pûç bike. Ew hatiye nivîsîn û li wira li benda xwînerên xwe ye. Xweser e edî.

Di helbestên te de dîmeneke payîzê ya bê ser û ber li ber meriv tê raxistin, her wiha zer, îlon… Di emrek wiha ciwan de bo çi payîz?

Bê payîz nabe. J Bi min ji nav demsalan demsala herî xweş li hunerê tê payîz e. Di hemû şaxên hunerê de payîz cihekî girîng digre. Heke em serî li sembolîzasyonê bidin, em dikarin bibêjin payîz demsala çûyînê ye. Te dî pel zer dibin û diweşin û di dawî de dar xalî û tazî dimîne. Rengê zer, çûr ango qîçik jî him bi tenêtiyê û him bi payîzê re girêdayîye. Bi gotineke din payîz demsala çûyîn û tenêtiyê be, zer jî rengê payîz, tenêtî û çûyînê ye. Ez jî kesekî tenê û aciz im. Lê ji ber van jî ne acizim. Ev e deh sal in ji ber xwendekariyê tim li ser riya me. Tenê diçim otogaran, li otobozan tenê siwar dibim.  Ev jiyana wilo li ser riyan, li ser çûyîn û hatinan saz bûye bandor li şexsê min û helbesta min jî kiriye. Di jor de min gotibû, helbest rêya xwe nasînê dide mirov. Wiloye. Mesela him di pêvajoya nivîsîna van helbestan de û him jî piştî pirtûk derket û rexne û fikrên hevalan ji min re hatin, min fêm kir bê ez çiqasî ji rengê zer û payîzê hez dikim. Heta wê çaxê min vê tiştê nizanîbû. Hin helbestkar di helbestên xwe de bi pirranî li ser hest, peyv an jî xeyalekê disekinin. Wek mînak, Cegerxwîn di helbestên xwe de tim xwestiye kurdan şiyar bike, wan hînî tişan bike. Ev taybetmendiya helbesta Cegerxwîn e. Li hêleke din Fêrîkê Ûsiv û helbestkarên din ên kurdên Sovyetê di helbestên xwe de bêhtir bihar û taybetmendiyên xwezaya Kurdistanê kirine mijar. An jî Arjen Arî helbesta şer û têkoşina kurdan û Kurdistanê nivîsîye. Ev hemu jî taybetmendiyên helbestkariya van helbestkaran e. Ez jî dikarim bêjim taybetmendiya helbesta min ev tiştên te pirsî ye. Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim. Dêmeg piştî demekê kesê helbestê dinivisîne nikare bi peyv û hestên xwe. Naxwe mirov dikare bibêje, di hin şert û mercên kesê ku helbestê dinivîse de, helbest, bi zorê xwe dide nivîsîn.

Foto: Yüksel Çakmak

Ger helbest axaftina bi xwe re bê hesibandin, tu di çend helbestên xwe de behsa helbest û helbestvaniyê dikî. Dema tu dinivisînî di wê hişmendiyê de yî ku tu helbest dinivisînî û motîvasyonên te çi ne?

Motivasyona min a ewwil aciziya min a ji jiyan ê ye. Tenêtiya min û tirraliya min a biha û bi pergal jî bo helbestnivîsînê derfetên baş didin min. Belê, evana bo helbestê tiştine baş in bes bi tena serê xwe têra helbestê nakin. Bo helbestê zanîna gelek tiştan divê. Helbestkar ne wek dîroknas an muzîkjen an jî wênesazekî ye. Muzîkjenek bo straneke baş notayan baş bizane, hay ji daxwaz û zewqên guhdaran hebe û dest wî de gotinên baş hebe, dikare muzîkeke baş çê bike. Lê helbestkar bo helbesteke baş divê bi dîrok, felsefe, mîtolojî, psîkolojî, adet û kevneşopiyên gelê xwe, ziman, resim, muzîk, navê gul û riwêkan zanibe. Wekî din divê helbestkarê xwe yanî kelepora helbesta xwe û cîhanê baş xwendibe. Vana bo helbesta baş şertên bivê-nevê ye. Kî bû baş nayê bîra min, digo, helbesta tê xwendin gazî helbesteke din a wê were nivîsandin dike. Wiloye, kesê pirr helbest nexwîne nikare binivsîne jî.

Di wêjeya dinyayê û ya kurdî de kê/kê bala te dikşîne?

Di cîhanê de nivîskar helbestkarê herî zêde ji wan hez dikim ev in, Îsîdore Ducasse, Charles B. Arthur R. Aragon, Adonîs( herî pirr ji Adonîs û Ducasse hez dikim.) Qebbanî, Şamlu, Lorca, Edîp Cansever, Paul Celan, Shakespeare, E.E.Cumming, Octavio Paz ( bi taybetî ji nivîsên wî yên teorîyê). Eco, Salman Rusdî, Henry Von Kleîst, Zweîg,Carlos Fuentes, û hemî klasîkên frensî û rusan. Di wêjeya kurdî de jî heta ji min tê çi tiştê nu û kevn derdikevin dixwînim. Wek mînak çi li ser wêjeya klasik derkeve dixwînm. Yên li ser folklorê jî herwiha. Helbestkarên herî zêde ji wan hez dikim, Cizîrî, Xanî, Feqî, Cegerwîn, Ferîkê Ûsiv, Arjen Arî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Nudem Hezex, Hemîd Omerî, Gulîzer gelek navê din jî hene ku bi baldarî û kêfxweşî wan dixwînim. Min efu bike ezîzekem, min zêde dirêj kir. J Bi kurt û kurmancî heta ji min tê her kesê serkeftî bi baldarî dixwînim.

Çavkani: gulexan.blogspot.com

Çi di parzûnê te de heye bo bipale ser kaxizan?

Niha helbestên di dest de sererast dikim, li ser wan dixebitim. Kengî wê bibe pirtûk nizanim. Wekî din li ser folklorê dixebitim, hin tiştên min berhevkirine wan deşîfre dikim û ketime pêy xebatên tirkan ên li ser folklora kurdî. Gelek tişt hene. Talan kirineke bêhed heye di vî warî de. Mixabin hê jî didome ev talan û dizî. Dixwazim van talanan bi xebateke baş eşkere bikim. Ji bilî vana ez û hevalê xwe Yüksel Çakmak bi hev re hin pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyetê latînîze dikin.

Çavkanî: http://xewname.blogspot.com.tr

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir