Malpera Çand, Huner û Jiyanê Diyarname 12 Salî ye

DIYARNAME 12 SALÎ YE

Ji roja 21.04.2005’an ve ji bo Kurdî weşana me didome…

Em ketin sala 12’yan. Heta niha bi ser 30 hezar hebî de me nûçe weşandine.
Bi dehan qunciknivîskarên me (yên hatin û çûn, yên hê didomin) bi ser 5 hezar hebî de quncik nivîsandin…
Me rê da bi dehan belkî bi sedan kesan ku yekemîn nivîsa xwe di Diyarnameyê de weşandin…
Û heta îro em hatin. Ev hemû bes in, na. Hê pêdivî bi gelek kar û xebatê heye, belê heye… Wê çaxê emê jî bidomînin.
Niha Diyarname êdî 12 salî ye.
Di 12 saliya xwe de jî emê xebata xwe, xizmeta xwe ya ji bo kurdî bidomînin.
Ger we nûçeyek, nivîsek di Diyarnameyê de xwend û hûn pê kêfxweş bûn, ger me bi qasî dilopek karibe kêfek bi nivîs û nûçeyên xwe dabe we emê xwe serketî bihesibînin…
Di sala nû de jî Diyarname bi heman rêgezê dê weşana xwe bidomîne…

Çavkanî: Diyarname

 

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir