Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal 10 saliya xwe pîroz dike. Ji bo serîlêdana Documentaristê dest pê kir û heta 12’yê gulanê yên bixwazin dikarin belgefîlmên xwe yên ku di sala 2016-2017’an de kişandine bişînin.

Documentarist ji aliyê komek belgefîlmhezan ve tê lidarxistin û îsal sala wê ya 10’an e. Îsal di navbera 17-22’yê pûşperê de wê li dar bikeve û heta 12’yê gulanê dema serîlêdana belgefîlman heye.

Di 10 saliya xwe de Documentarist hin guherînên nû dike: Heta niha tenê li aliyê Ewropayê belgefîlm dihatin nîşandayîn îsal Salona Navenda Çanda Bariş Manço ya li Kadikoy jî lê zêde kirine.

Ji bo serîlêdana belgefîlmên ji Tirkiyeyê lînkê bitikînin:

– DOCUMENTARIST-SERÎLÊDAN

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir