Kurte Fîlma Vê Hefteyê ‘Ez Tsûbasa Me’ Haftanın Kısa Filmi

Kurte Fîlma Vê Hefteyê ‘Ez Tsûbasa Me’ / Haftanın Kısa Filmi ‘Ez Tsûbasa Me’ 

EZ TSÛBASA ME (2016) – Derhêner û Senaryo: Bilal Korkut

Ilyasê yanzdeh salî ji gogê pir hez dike. Ji ber vê hezkirinê her sibeh zû ji xew şiyar dibe û li ber xêzefîlmê Tsûbasa dimîne û xeyal dike ku rojekê bibe Tsûbasa lê hem erdnîgariya gundê wî û hem jî dapîra wî ya oldar dibe asteng ji vê xeyalê re. Li hemberî van astengiyan wê Îlyas çi bike?

Ez Tsûbasa me, yekemîn kurtefîlmê derhêner Bilal Korkut e. Piştî galaya ku li Mêrdînê bû bala gelek kesan kişand û li Almanya tevlî Festîvala 22. ya Nünbergê bû. Di vê festîvalê de, di pêşbirka kurtefîlman de ma fînalê. Piştî vê festîvalê tevlî Festîvala 13. ya Akbenakê ya Kurte Fîlman bû. Di van her du festîvalan de nav û deng da û aniha jî li Festîvala Roots of Europeyê(Kokên Avrûpayê) maye fînalê. Lijneya vê festîvalê Ilyas weke Don Kîşot dibînin. Ji bilî van festîvalan di ser Youtubeyê re jî beşdarî Festîvala Tarık Dursun ya Şaredariya Konekê jî bû ye û hê jî ev fastîval didome. Kesên ku kurtefîlmê “Ez Tsûbasa me” meraq dikin dikarin di ser rêya Youtubeyê re lê temaşe bikin û biecibînin.

Kurte Fîlma Derhênerê Bilal Korkut bi navê ‘Li Pey Nanê Xwe’ Ji Mîhrîcana Fîlman a Navnetewîya Enqere de di navbera 240 fîlman de mayî fînalê

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir