Bi Occo Mahabad re Hevpeyvîn

 

Em di serî de ji bo vê hevpeyvînê ji Occo re spas dikin û serkeftinê jê re dixwazin. Jixwe ne hewce ye em li vir qala Occo Mahabad û helbestên wî bikin, helbestên wî ew nîşan didin. Em hêvîdar in dê ev hevpeyvîn bala we bikşîne û hûn ê bi kêfxweşî bixwîn

Gernas Nenas
1-) Di serî de em dixwazin te binasin. Occo Mahabad kî ye, çawa jiyan dike?

Occo Mahabad
Bi rastî bersiva vê pirsê hem hinekî zor e hem jî hêsan e.Lê ez dixwazim bersivekê hêsantirbidim.OccoMahabad jî wekî herkesî jiyana xwe bi derd, kulan an  jî bextewariyan dewam dike.Carinan wekî zarokekî sêwî ye,carinan êşan dijmêre carinan bextewar dibe.Lê cudatiya Occo Mahabad ew e ku di aliyê huner û afirandinê de dîwarek,têlek,hûcreyek,tirsek an jî astengiyek nas nake ji ber ku li gorî min huner divê bi hiş,hîs û dilekî azad were çêkirin.Bitirsan em nikarin hunerekê baş deynin holê.

Gernas Nenas
2-) ‘Helbestên Dînik’ pirtûka te ya yekemîn e. Qet projeyên te yên nû nînin? Pirtûka nû kingê ye?

Occo Mahabad
Piştî pirtûka Helbestên Dînik ez li van rojan pirtûkeke nû amade dikim lê nizanim wê kengê,çawa were çapkirin û weşandin.Bitenê dikarim bibêjim ku ji bo edebiyata Kurdî ser xêrê be…

Gernas Nenas
3-) Tu ji Helbestvanên Kurd ên navdar (wek; Cegerxwîn, Melayê Cizîrî h.w.d) cudatir dinivîsî, ango hestên xwe bi şêweyeke cuda tînî zimên. Ev yek bandoreke çawa li helbesta kurdî dike? Helbesta kurdî dikare vî barî hilgire?

Occo Mahabad
Bi rastî ew hostayên nemir û mezin herdem rêya me ronîkirine.Ligorî min di dil û mêjiyê her helbestavan/ê de dijîn.Divê em ji bîr nekin ku em hinek jî ew in ji ber ku em şopînerên wan in,em bi helbestên wan mezin bûne.Lê helbet cudatî û taybetiyên me jîhene.Wekmînak ez bi şêweyeke azad dinivîsim,gellek helbestên min li gorî civata me nîne.Evhelbestên cuda carinan bi rexneyên tund tên şermezarkirin.Mesela piştî nivîsandina helbesta –Dendika min-gellek kes ji min re peyamên kufrî û dijûnî şandin.Lê kesên ku kufran dikin nizanin ku dengbêj û şairên me yên mezin jî behsa wan tiştan kirine.Kî dikare bêje ku Şakiro di stranên xwe de behsa cotmemikannekiriye.Anjî kî dikare bêje ku hostayên me yên nemir yên wekî Cegerxwîn an jî Ehmedê Xanî behsa devşêrînan an jî lêvên têrgoştan nekirine.Mixabin ciwanên me edebiyata klasîk nas nakin û haya wan jî ji stranên dengbêjîtune.Lewmaez jî di vî warî de zêde nayêm fêmkirin.
We jî got şêwe û terza min ji bo jiyana Helbesta Kurdî hinekî cuda û giran tê.Lê ez bawer im ku gellek kes jî wekî min ew helbestên cuda pir normal dibînin û wekî mindifikirin.Jiber ku di nava jiyana me de pevşabûn jîheye.Gelokesekî neketiye rûbara pevşabûnê heye?Her însan vê mijarê nas dike û dijî.Min bi tenê îfade kir û nivîsand.Lê divê em ji bîr nekin ku helbestvanên me yên mezin jî dest avêtinê vê mijarê û nivîsandine .

Gernas Nenas
4-) Çima ‘êş’ destê helbestvanên kurd û helbestên wan bernade? Ma qet helbestvanên me dilşa nabin? Tim dilşewat in?

Occo Mahabad
Ger li welatekî şer,pevçûn,xizanî,birçîtî hwd. hebin helbet êş jî çêdibin.Mixabin em di vî alî de civatekê pir êşdar in.Herkes êş dikşîne lê helbestvan ji herkesî zêdetir êş dikşîne ji ber ku barê wî/wê giran e.Ew mecbûr e ku êşên civatê deyne ser kaxizan û bibe dengê mirovan…Ew jî her tim me dilşewat dike…

Gernas Nenas
5-) Li gor tecribe û hosteyiya xwe, ji bo helbestvanên nû çi pêşniyar dikî? Divê di rêyeke çawa de bimeşin?

Occo Mahabad
We behsa hostetî û tecrûbeyê kir lê ez xwe wek hoste an jî bitecrûbe nabînim.Lê pêşniyara min ew e ku bila rêz û hurmet nîşanî hevbidin.Bilaher helbestvanî/ê nas bikin û helbestên wan bêyî qurretiyê bixwînin.
Ji bo min her helbestvan û her helbest pir biqîmetin.Ezbi wan re bextewar im ku hin tiştan diafirînin û ji bo Gellê xwe xizmeteke mezin didin.

Gernas Nenas
6-) Tiştên ku min qal nekirine û tu dixwazî bibêjî hene? Ji xwendevanên helbesta kurdî û şopînerên te regotinên te hene?

Occo Mahabad
Ez her roportajê de behsa zihniyeta weşangeriya Kurdî dikim.Mixabin weşangerên me nakevin pey qabiliyetên nû û pirtûkên wan naweşînin.Gerperê te tunebe tu nikarî pirtûkekê biweşînî û têxî jiyana Kurdewarî.Ez dibînim ku gellek ciwanên me ji ber sedemên ekonomîk nikarin pirtûkên xwe çap bikin,biweşînin û xwe îfade bikin di cîhana edebiyata Kurdî de..Ew mijar dilê min diêşîne.

Mixabin û sed mixabin pirsgirêka herî mezin hişmendiya WEŞANGERIYÊye.Jiber vê hişmendiyê edebiyata Kurdî pêş nakeve û xwe nikare dewlemend bike.

Gotina min a dawî ji bo şopînerên min ew e ku bila li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.

Ez hemûyan bi dilekî germ silav dikim.

Bo vê roportaja xweşik jî ji we re spas dikim.

Bila kar û barê we bi serkeftî derbas be….Ez heyrana we….

(Ev hevpeyvîna Occo Mahabad, pişt re bi destûr hilgirtîna Helbestvanê jî hate weşandin.)

Çavkanî: OccoMahabad.wordpress.com

Occo Mahabad kî ye? 

Occo Mahabad (z. 1977 li Wanê) bernamenûs, wergêr, helbestvan û nivîskarekî Kurd e.

Occo Mahabad di sala 1977’an de li Wanê hatiye dinê.

Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.

Her weha di kovarên wekî ÇîrûskAsivaPengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê dike û nivîsên wî hatine weşandin û belavkirin.

Pirtûka wî ya yekemîn Helbestên dînik e. Pirtûk ji Weşanxaneya AVA‘yê derketiye.

Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatine Kurdî kirin.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir