Tirs şîdetê, şîdet kuştine…

Tirs şîdetê, şîdet kuştine…

Lîstikvan Haluk Bîlgîner der barê ‘şîdetê’ de nêrînên xwe anîn ziman û aşkera kir ku em wek civak ne kêfxweş in û wiha got: “Bêmoralî tirsê, tirs jî şidetê tîne. Ji ber ku mirov ditirsin dikujin.” Bîlgînerê niha di rêzefîlma ‘Kara Yazi’ de cih digire, da zanîn ku bi şîdetê re pirsgirêka wî heye û wiha pê de çû: “Rola ku min di rêzefîlmê de girtiye ser xwe, ya kesê ku tu gotinên xwe bi kurê xwe nade qebûlkirin û bi vê re şîdetê li dijî wî bi kar tîne. Ez bi şîdetê re pirsgirêkan dibînim. Li şîdetê nikarim temaşe bikim. Heke di fîlmekî de şîdet zêde be, ez bi kesekî re diçim temaşekirinê. Em dikarin hemûyan bilîzin. Ji bo ku em rola kujerekî bigirin ser xwe ne hewce ye em kesekî bikujin, pîşeyê me ev e…” STENBOL

Çavkanî: Rojeva Medya

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir