Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” hejmareke nû dîsa bi me re ye.

Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” hejmareke nû dîsa bi me re ye.

Weke ku hûn jî dizanin di hejmara yekem de giranî dan mijara “Zarok, Şer û Trawma”yê. Kovar behsa trawmayê, nîşêtên trawmayê, cureyên trawmayê, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û bandora trawmayê ya ku bi zarokan re çawa xuya dibe, kir. ‘Psychology Kurdî’ xwest ku bi vê hejmarê re jî ji bo zarokên ku trawmatîze bûne, li ser dermankirina trawmayê bisekine. Malbat, derdor û kesên pispor di rewşên lez û bez de gelo divê çawa nêzîkî zarokên wisa bibin û alikariya van zarokan bikin? Di vê hejmarê de bi berfirehî kovar li ser van mijaran rawestiyaye.

Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Li Ser Derûniya Aştiyê” bi zimanekî zanistî derûniya aştiyê û nêzîkbûna civakê ji me re rave dike û derûniya pêvajoyê li ber çavan radixîne. Derûnbijîşk Belînda MAŞALLAH bi nivîsa xwe ya “Ji Trawmayê Ber bi Başbûnê ve” li ser trawmayê disekine û behsa rêyên çareseriyê dike. Derûnnas Darius WİNZER bi nivîsa xwe ya “EMDR di Terapiya NSPTê de” ji xwendevanan re danasîna teknîka EMDRê, kurte-serpêhatiya EMDRê û ji bilî vê di terapiya kîjan nexwaşiyan de bi kêr tê rave dike. Hevpeyvineke balkêş me bi Akademîsyen Alk. Doç. Dr. Murat Paker re kir. Em li ser mijarên “şer, koçberî, trawma, bandorên van rûdanan ku bi taybetî li ser zarokan çi ne û di rewşên wisa trawmatîk de malbat, derdor, mamoste û kesên pispor divê bi zarokan re çawa têkiliyan deynin û dikarin çawa alîkariya zarokan bikin” axifîn. Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Derûn-perwerdekariyî ya Trawmayê” di rewşên lez û bez de divê alîkariyên derûnî çawa bên kirin, bi mînakên gotibêjan û çalakiyên ku divê bên li dar xistin re rê û rêçikên dermankirina trawmayê dide nasîn. Pispora geşedana zarokan Nazdar MİHEMED bi nivîsa xwe ya “Trawma û Derûndermaniya Hunerî di Jiyana Zarokan de” behsa dermankirina trawmayê û bi derûnhuneriyê rêçên dermankirina trawmayê nîşanî me dike. Derûnşanoger Sinem YARUK bi nivîsa xwe ya “Bi Dramaya Afirîner ji Bêhnstandin û Bedenê Haydarbûn” derûnşano û bikaranîna dramaya afirîner re behsa guherînên reftariyên zarokan dike. Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Anksiyeteyê” dîrok û nasîna anksiyeteyê, nîşet, cûre û rêyên dermankirinê bi me re parve dike û nivîsa xwe bi “Pîvanga Anksiyetê ya Bêckê” re diqedîne. Derûnnas Îsmaîl GUVEN jî di zaravayê dimilkî de bi nivîsa xwe ya “Xerabetiyê Anksiyete” danasîn, hoyzanîn (etiology), taybetî û cureyên anksiyeteyê pêşkêşî xwendevanan dike. Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Bengitiya Trawmatîk” rewşên bengitiyê, “Sîndroma Stokholmê”, “Sîndroma Lîmayê” û pêvajoya bengitiya trawmatîk bi tespîtên balkêş van sîndroman ji hev vediqetîne. Nivîskar Tengezar MARÎNÎ bi nivîsa xwe ya “EMDR” behsa nasîn û mebesta teknîka EMDRê dike û kartêkirina vê metodê bi xwendevanan dide nasîn. Kenan KEDKAR bi zimanekî edebî û derûnî bi çîroka xwe ya “Taswasî”yê derdikeve himberî me. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja di vê hejmarê de danasîna kurte-fîlmê derhênêr Bilal KORKUT ê bi navê “Ez Tusûbasa Me” jî em bi were parve dikin ku ev kurte-fîlm derûniya zarokekî nîşanî me dide.


Hûn dikarin kovara ‘Psychology Kurdî’ ji weşanên J&J û ji malperên www.ajansjj.com, www.pirtukakurdi.com peyda bikin.

Hejmara Yekem Kovara Derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” jî dema çar mehan de carekê derkeve. Hejmara sêyema Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” di demekê nêzik de derbikeve. Kesên ku bixwazin jî kovarê de derbarê Psîkolojî re binivîsên, navnîşana li ser e-nameya kovarê nivîsên xwe bişînin. Navnîşana e-peyama kovarê: psychologykurdi@gmail.com

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir