‘Super Qehremanê Kurd Gênco’ hat

‘Super Qehremanê Kurd Gênco’ Hat – Cemil Oguz

“Qênco” navê fîlmekî metrajdirêj e; ne tenê fîlm navê qehremanekî ye ku dixwaze dinyayê rizgar bike.

Em qala fîlmê derhênerê kurd Alî Kemal Çinar “Gênco” dikin. Derhêner Çinar di sala 1976’an de li Amedê hatiye dinê, yek ji avakarên Klûba Sînameyê ya Diyarbekirê ye. Wî di sala 2013’yan de bi “Kurte Fîlm” dest bi ketina nav qada sînemayê kir. Paşê “Veşartî” kişand (2015) û îsal bi “Gênco” li ser dika sînemayê ye. Wî bi “Veşartî” par di “!F İstanbul”ê de xelat girt, Komeleya Rexnegirên Sînemayê (Siyad) jî ew xelat kir. Vê yekê kir ku bala sînemageran bikişîne ser xwe. Û Çinar niha bi fîlmê xwe yê nû li rojevê ye.

Fîlmê ku îro di çarçoveya “!F İstanbul”ê de hat nîşandayîn, 25’ê mehê (saet 16.00, Cinemaximum City’s Nîşantaşi, Salon 3) dîsa dê bê nîşandayîn.

Alî Kemal Çinar bi butçeyên biçûk fîlmên xwe dikişîne. Di her sê fîlmên wî de jî serlîstikvan ew e, dê û bavê wî, hevalên wî di fîlmên wî de rol digirin; navên rastîn ên lîstikvanan fîlm de jî heman nav e; di vî fîlmî de jî wisa. Lê ji her tiştî wêdetir ew di fîlmên xwe de li zimanekî resen digere, mijarên balkêş digire dest. Ew ji nav civata kurdan tê, hin mijarên ku nikarin bên nîqaşkirin ew dike ku bi fîlmên xwe bide nîqaşkirin. Di “Veşartî” ciwanekî ku dest ji mêraniya xwe ber dide, ku meseleyên wisa li nav kurdan qet nayên nîqaşkirin girtibû dest. Bi awayê kişandina fîlm kiribû ku hem ji fîlm hem ji derhêneriya wî bê hez kirin. Di vî fîlmî de jî mijar dîsa kurd in, lê mijarek fantastîk.

Li dinyayê Supermen heye ku tê dixwaze dinyayê rizgar bike, di vî fîlmê nû yê Alî Kemal Çinar de jî supermenekî wisa, supermenê kurd “Gênco” heye. Hinan hêz daye wî ji bo ku ew vê hêzê ji bo rizgarkirina dinyayê bikar bîne, lê kêm hêz dane wî. Piştî 30 salan dê hêza mayî jî bidinê û ewê tam bikaribe vê hêzê bixe xizmeta mirovahiyê lê bi şaşî para din a hêzê diçe ji bo dergevanê wan. Û mesele tevlihev dibe…

Di nav çîrokên gelêrî yên kurdan de gelek çîrokên wisa fantastîk hene. Derhêner Çinar hay ji ev çîrokên kurdan heye, wî jî xwendine ev çîrok lê di vî fîlmî de ji ev çîrokên navborî wêdetir çîrokek fantastîk, fantastîkek modern heye.

Em berî fîlm û piştî fîlm pêre sohbet dikin. Ew dibêje, “Ez ji çîrokên fantastîk hez dikim. Dema ev çîroka fantastîk hat bîra min, min dest bi nivîsandina wê kir. Bi qasî mehek me kişand û ev derket holê.”

Fîlmên wisa dikarin berdewamiya wan bê kişandin, Derhêner Çinar jî hay ji vê heye û dibêje, “Ger çîrokek hêja li gor vê konseptê çêbe ez dikarim berdewamiya vî bikişînim.”

Mirov dikare wekî ‘dikaribû fîlm bi mînakên cuda hinek din jî rengîntir ba’, mirov dikare bibêje ‘dikare aksiyona fîlm xurtir bûya’ lê terciha wî cuda ye. Di dawiya dawî de fîlm derdê xwe dikare baş vebêje. Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin carek din di “!f İstanbul”ê de tê nîşandayîn.

KUNYE:

Senaryo/Derhêner: ALİ KEMAL ÇINAR

Derhênerê dîmenê, vesazkirin: ALİ KEMAL ÇINAR

Lîstikvan: ALİ KEMAL ÇINAR, SALİH DEMİR, İHSAN ŞAKAR, TEYMÛR EVDİKÊ

Sazkar: ÇEKDAR ERKIRAN

Şîrketa Sazkar: LAYEN

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir