Senaryoya Kurosawa ya nebûbû fîlm niha dê bê kişandin

Senaryoya Kurosawa ya nebûbû fîlm niha dê bê kişandin

Derhênerê japonî Akira Kurosawa li dinyayê bi nav û deng e. Wî senaryoyek nivîsî bû û fîlm nekişandibû. Niha ew dê bê kişandin.

Derhêner Akira Kurosawa di 23’yê adara 1910’an de hatibû dinê û di 6’ê rezbera 1998’an de miribû. Wî Xelata Rûmetê ya Akademî, di warê Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî de Oscar, Xelata Palmiyeya zêrîn, Şêrê Zêrîn jî di nav de gelek xelat girtibû. Di nav fîlmên wî yên navdar de “Rashomon”, “Ran”, “Dersu Uzala” hene. Ew niha bi senaryoyek ku nivîsîbû lê nekiribû fîlm di rojevê de ye. Kurosawa ji kurteçîroka nivîskar Edgar Allen Poe ya bi navê “‘The Masque of the Red Death” senaryo amade kiribû. Wî ev nekişandibû lê niha tê gotin ku du produksiyonên çînî dê fîlm bikişînin. Tê gotin ku di sala 2020’an de fîlm dê bikeve vîzyonê.

Kurosawa piştî fîlmê xwe “Derso Uzala” (sala 1975’an) ev senaryo amade kiribû lê li aliyek danîbû. Di sala 1986Na de dest pê kiribû ku bike fîlm lê heman salê miribû.

Di destpêka sedsala 20’an de du welatên ketine bin nexweşiyek a ku mirovahî girtiye bin badora xwe mijara senaryoyê ye. Kralek heye ji dêvla ku alîkariya gelê xwe yê ketiye bin bandora vê nexweşiyê li qesra xwe rûdine.

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir