Gelek Fîlmên Klasîk Dibin Mêvanên Festîvalê

Gelek Fîlmên Klasîk Dibin Mêvanên Festîvalê

Ji bo 36’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê hindik ma. Hêdî hêdî fîlmên dê bêne nîşandayîn jî zelal dibin. Îsal festîvalê komek fîlmên ku bûne klasîk girtine nava bernameyê xwe.

Ev fîlm di beşa “Cinemania” ku ev beşek nû ye di nav festîvalê de dê bêne nîşandayîn. Fîlmên serketî, fîlmên rênîşander, fîlmên bûye kevira werçerxê yê sînemayê, fîlmên ku di nav dîrokê de nehatine ji bîr kirin di vê beşê de derdikevin pêşberî temaşevanan.

Vane hin fîlmên di vê beşê de dê bêne nîşandayîn:

Ji Kîarostanî “Take me home”

Dernênerê navdar ê îranî Abbas Kîarostanî par wefat kir. Berî wefatê li başûrê Îtalyayê fîlmekî 16 deqîqeyî di tehma helbestan de kişand. Niha ev fîlm de bê nîşandayîn. Hevalê wî, wênesaz û fotografkêş Seyfullah Samadîan belgefîlmekî li ser jiyana Kîarostamî ku belgefîlmekî 76 deqîqeyî ku Kiarostamî 76 salî bû wefat kir kişand. Ev yek di festîvalê de bi navê “76 Minutes and 15 Seconds with Abbas Kiarostami” bê nîşardayîn.

‘Yol’ (Rê) dîsa tê

Fîlmê derhêner Şerîf Goren ku senaryoya wê Yilmaz Guney li Girtîgeha Sînopê nivîsandibû û fîlm di nav 10 fîlmên herî serketî yên Tirkiyeyê de cih digire, kopyaya wî ya restorekirî ji bo bîranîna Tarik Akan (serlîstikvanê fîlm) dê bê nîşandayîn.

“The Godfather” 40 sal in kevn nabe!

Fîlmê derhêner Francis Ford Coppola yê bi navê “The Godfather” ku di sala 1973’yan de hatiye kişandin û hê jî berdilê sînemahezan e ji bo bîranîna Mîthat Alam (par di sermawezê de wefat kir, sînemahezek, kedkarek sînemayê bû) tê nîşandayîn.

Fîlmê tirsê yê herî serketî “Suspiria”

“Suspiria” ku derhêneriya wî Dario Argento kiriye yek ji fîlmê herî serketî yê sînemaya tirsê tê hesibandin. Di heman demê de yek ji fîlmên herî serketî yê derhêner e jî. Di 40’emîn salvegera kişandina fîlm de bi kopyaya restorekirî fîlm niha dîsa derdikeve pêşberî sînemahezan.

Hinên din ku di vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn jî ev in:

– Island of Lost Souls / Kayip Ruhlar Adasi / Girava Rihên Winda (derhêner Erle C. Kenton)

– 1984 (derhêner Michael Radford)

– Son Kuşlar (derhêner Erdogan Tokatli)

– Ghost in theShell (derhêner Mamoru Oshii

– Mulholland Drive (derhêner David Lynch)

–  Minute Bodies: The Intimate World of F. Percy Smith (derhêner F.Percy Smith)

Çavkanî: Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir