Sînemaya Kurdî û 2 Filmên Hêja

Sînemaya Kurdî û 2 Filmên Hêja -I- Hozanê Bengî *

Kûselên* Behmenê Qubadî Li Kopenhagen jî Firîyan*

Yekşema roja (10.04.2005), fîlma Behmenê Qubadî, ku niha di asta navnetewî da navdeng da ye, “Kûsel jî Dikarin Bifirin”, ji bo yek caran, wek fîlmek beşdarbûyî ya “16. NatFîlm Festîval” di salona Dansk Film Institut – Cinemateket da li Kopenhag hat nîşan dan.

Eva alîyê xweşî bû !

Niha hûnê bibêjin, ma dê çi alîyek nexweş hebe di nîşandana filmek da û bi taybetî jî filmek KURDÎ !?

Dikare hebe… gelek jî!

Lê ez dixwezim xebera nexweþ bihêlim dawîyêû niha xeberek xweştir bidem.

Di NatFilm Festîval da tenê hindek xelatên taybetî têne dayîn, ku yek ji wan jî “Publikum Prisen” e (Xelata Temaşevanan). Ev xelat ji alîyê xelkê ve dihêt dayîn, ku fîlmê dîtine. Bi gotinek din, bi rêya internet, post yan jî – ez dibêjim – telefon mirov dikare dengê xwe li ser filmek bide.

Di dawîyê da ew hemû dengên ku hatine dayîn dihêne hejmartin û ewê here zêde deng anîbe bi xelatek 125.000 Kronên Danmarkî (15 – 17.000 Euro) tê xelat kirin. Bi serbilindî dikarim bibêjimç ku ez bixwe jî yek ji wan bûm ku min deng da “Kûselan”.Ev xelat nagehîje destê xwedanê filmê. Ev pere ji bo wê tê xerc kirin, da ku ev film bikeve nav repertuara nîþandanê li sînemayek yan jî li çend sînemayan. Bi vê jî ez dixwezim bêjim, ku bi alîkarîya vê xelatê film dikare di sînemayên mezin da jî bête nîşandan.

Inca !

Cihê dilxweşîyê ewe, ku “Turtels Can Fly” (Kûsel jî Dikarin Bifirin), îsal di NatFilm Festîval da xelata “Publikum Pris” wergirtîye. Ji wan 2347 dengên ku hatine dayîn, piranî ji bo filma “Turtels Can Fly” bûne.

Eva jî xweş bû !

Ma ne we ye ?
Lê tu were seyr û ecêbê..! Di nav salona ku ev filma giran biha ji bo Kurdan dihat nîşandan yek Kurdê din jî tunebû. Ji bo derman yek tunebû. Yek biketa ber mirinê û bigotana bila Kurdek sêyemîn (ez û hevjîna xwe bihevra li wê bûn) destê xwe li enî dabine dê baþ bibe, bi dest nediket.

Ji xwe ji wê xirabtir jî ew bû, ku salon virtî vala bû. Divê li vê derê ew jî bê gotin, ku fîlma Kûselan bi taybetî û çend caran li bajarek din yê Danmark hat nîþandan. Ewê ez li ser dibêjim tenê Kopenhag e.

Çend ciwanên Danmarkî û yek du kome malbatên Farsî-ziman di salonê hebûn û hew…

Inca !

Ez hêvîdarim, ku Kurd xwe paşve neden û xwedanî li filmek weha payebilind biken û dema bi wan pereyên xelatê li sînemayan bikeve nîşandanê da ew biçin û bibînin.

Bi rastî filmek bi hunerê xwe ve mezin û bi teknîk, çîrok û naveroka xwe ve jî hêja ye. Filîmek serî heta binî profesyonel !

Min berê vê filmê, filma “Dema HespênSerxweş” jî dîtibû, ku ew jî ji alîyê Behmenê Qubadî ve hatibû durust kirin. Filîmek hêja, profesyonel û lihevhatî bû. Ez dizanim, ku  Behmen fîlmek jî bi navê “Stranên Ji Niştimanê Min” berhem anîye, lê mixabin min ew nedîtîye. Lê ez dizanim, ku ew jî ji nav hişê KURDAYETÎ hatîye humatê û jîyana dengbêjekKurd û kurê wî ji xwe ra kirîye babet û ku di dema şerê wêrankerê Îran û Îraqê da li pey jina xwe, ku ew jî stranbêje û li Başûrê Kurdistanê ye digerin. Lê “Kûselên Qubadî” bi rastî jî di bilindîyên hunera mezin da difirin û ne tesadufe, ku heta niha li gelek festîval û rikeberîyan da xelatan wergirtîye.

Çîroka filmê li ser jîyana penaber û awareyên Kurd e, li ser “sinorên” din yên Kurdistanê (al û cendirmê Tirkan, ji dûr ve bi çek û rûyê xwe yê sar ve xuya dike). Pehlewanên filmê di konan da, li kampa penaberan da dijîn. Çîrok bêhtir lo dora revdeyek zarokan digere, ku mayinan ji bin axê derdixin û diben û difroþin.
Eva tena serê xwe mirov dikare jê ra bêje GROTESK (li derveyê hemû pîvanên mirovî) !…

Zarokên bê agah û nezan di warê mayinan da, diçin û bi destên xwe mayinan ji erdê derdixin, da bifroþin û çend “filisan” (quruþên Iraqî) qazanc biken. Eva, dema mirov filmê dibîne, wek ekstremîtetek (zêderewî) tê ber çav, lê di demek kurt da mirov dikeve nav cîhan û jîyana wan û wê jîyanê wek jîyanek asayî (normal) dipejirîne. Ji ber ku di nav hemû ekstremîtetan da, mirov tovên berdewamîya jîyan û çirîskên hêvîyê dibîne.

Ji xwe gel û netewa Kurd herdem di nav ekstremîtetan da jîyaye û karîye nêrgiz û sosin û beybîn û berbizêkan di nav befr û baran, li bin bager û bahozê û li ber koreba û reþebayê xwedî bike, di bin barana napalm û gazê Sarîn da jîyan ava bike û di nav þer û birîn û kuþtin û talanê da tovên hêvîyê bireþîne. Ji bo Kûselên Qubadî jî wesa ye. Li jêr metirsîya (tehdîd/tehlûke) top- û gule- û berik- û kîmyabaranê da jîyanek ava diken û gelek rewþên pêkenînê jî di nav melûlîyê da serê xwe

wek berbizêkên befrê derdixin û mirov nikare ku – bi dengê bilind – nekene! Lê çendîn car jî mirov bi xwe nikare ku bi giryan nekeve!

Lê birînên nêmgirtîyên Kurdan jî, car carê serê xwe ji bin perdê ve derdixin û xwe nîşan bîneran diden. Ji xwe hunera Qubadî jî, di wan deran da derdikeve. Ewî karîye li gel îronîyek (satîr/hicwe/hiciv) kûr da, melûlîyek wek Agirîn, ku keçika bextreþe ji Helebce û wek Helebce bûye Qurbana hemû awayên zulm û zordarîya rejîma BAAS û dewleta Îraqê, di nav hev da bihûne. Ji xwe ji wê rojê ve, dema gotina “melûlî”
derbaz dibe, yekser dev û rû yê Agirîn dihên pêş çavên min!

Bi kurtî Behmenê Qubadî bi vê filmê navê xwe, hunera xwe û herwesa film û sînemaya Kurdî jî xiste nav ber û berhemên cîhanî da.

Kûsîyên Behmen heta niha li gelek welatên cîhanê firîyane û ewê ku ez dizanim nêzikê 27 xelatên cida cidayên navnetewî bidest xistîye û bi ser da jî ji alîyê Îran ve ji bo Oscar a navnetewî ya Amerîkî hatîye pêþnîyarkirin.

Tê bîhîstin, ku Behmen bi piştgirîya Berpirsên Desthilata Kurdistanê li Hewlêr, niha dixwezin li Hewlêr a paytexta Kurdistanê, firma/þirketek sînemayî ava biken û bi vê awayê jî destpêka avakirina hîma dezgeheka sînemayî li Kurdistanê bête rijandin. Eva cihê hêvî û şanazîyek mezine j bo me û cîhana sînemayî û em hêvîdarin di demek nêzikda Hewlêr-wood jî li cîhanê deng vede.

* Ev nivîs demek berê hatibû nivîsandin, li ji ber hindek sedeman heta niha mabû. Ji ber ku babet heta niha jî û piþtê niha jî di rojeva Kurdan da ye û divê jî di rojevê da bibe, ez dîsa jî weşandina wî bi pêwîst dibînim.

01.10.2005

*(kûsî/kîsel)

Çavkanî: rizgari.com

http://kurdishcinema.com/KurdiHozanBengi1.html

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir