Hevpeyvîna Hiner Saleem

Hiner Saleem: Sînema ji bo kurdan hîn şerm e – Hevpeyivîn: Keya Îzol *

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm e.

– Kek Hiner rojbaş. Xwendevanên Netkurdê cenabête baş dinasin. Lê dîsa jî dikarî piçekî behsa xwe
bikî. Hiner Saleem kî ye û niha çi dike?

– Hiner Saleem kî ye? Tiştê esasî û girîng ez însanim û kurd im. Lê hemû tiştên din ez sergerdan im û
digerim. Digerim carnan bêyî ku ez bizanibim çidigerim.

Vê havînê min fîlmekî nû bi navê DOL temam kir ku di meha çile (january) de ê bikeve vîzyonê.
– Tu hunermendekî piralî yî. Berê bi karê resamî mijûl dibûyî. Paşê ketî nav dinya sînemaya kurdî. Sînema çawa bala te kişand?

– Di dawîya sala 1960ê de ez zarok bûm. Em li çîyan li gundê BILÊ yê nêzîkî devera Barzan bûn. Elekrîk tunebû û ambargoyê li ser herêmên rizgarkirî berdewam dikir. Carnan bavê min guhdarîya radyoya xwe ya kevn a malê rûsî dikir ku bi deh panzdeh baterîyan girêdabûn. Baterî li derve bûn, radyo li hundirê malê. Bavê min pir hez jinûçeyên derheq kurdan dikir. Carnan şeş mehan yek peyv an xeber derheq Kurdistanê nedibihîst. Lê ji dîya min re digot ku hevalakî wî bihîstîye ku behsa kurdan bûye. Em hemû malbat bi vê nûçeyê gellek kêfxweş dibûn. Ji bo me tenê
peyvek derheq kurdan derketaya wê peyvê bi rojan têrî me dikir.

Ji bilî radyoyê carnan bavê min pirtûkên klasîkî ên kurdî ku bidizî hatibûn çapkirin dianî malê û em tev mecbûr dikirin ku em guh bidin wan helbestan. Ew ên tê bîra min şaîrekî bi navê MACIN bû. Wekîdin berhemên Melayê Cizirî, Nalî, Şêx Rezayê Telebanî û wekî din bûn. Bavê min ji ber ku me tu înterese ji bo wan berheman nebû xwe gellekî aciz dikir.

Heta rojekê ku pirtûkek klasikî a kurdî ku dinav de illustrasyon (tablo) hebûn anî bomalê. Ev tabloyên keçên kurdên serbilindbûn. Por dirêj, sîngên dewlemend, cilên rengîn û li pişt wan çar çîya hebûn. Carayekê bû ku min tabloyek an wêneyek dîtibû.Bi xêra wan tabloyan min bawer dikir ku Xwedê heye. Bi xêra wan tabloyan kêfa min bi şiîrên kurdî hat. Min bêyî ku jê fahm bikim pir şîir ezber kirin û xewna min ji bo tabloçêkirinê dest pêkir.

Zemanê otonomîyê di sala 1970 yan de em serbilind bûn û bi pîqabekê vedigerîyan bo malê. Tifinga birno ya bavê min li ser milê wî bû. Xalê min ku li şantîyeka petrolê li Kerkûkê karker bû ji kar hatibû avêtin. Di mala wî de televîzyonek hebû. Li wir min cara yekem TV dît ku wêne dimeşin û dilivin. Ew roj ew bûyer bû destpêka xewna min a çêkirina wêneyên ku dilivin. Ez hefteyekê li ber televîzyonê rûniştim. Gava şoka min derbas bû min fahm kir ku ew wêneyên ku dilivin wêneyên Seddam Husseyîn û Ehmed Hassan Bekir bûn û şiir û muzîka ku dibihîzim li ser panarabîzm û pesindana rejîma Baasê bûn. Lê min fahm nedikir çima televîzyon bi zimanê kurdî qise nedikir. Min fahm nekir ew sandoqa bisîhir çi ye?

Lê min wê gavê sond xwar ku ez ê rojekê kurdan di vê sandoqê re derbas bikim û ew sandoq ê bi kurdî jî bipeyive. Min digot ez ê yan bibim elektrîsyen an jî dansos. Yekem heza min ji bo sînemayê wê gavê çêbû. Di serê min de xeyala sînema û muzîkê dest pêkir. Îro bi xêra Yilmaz Guney û Behmen Kubadî ev sandoq bi kurdî dipeyîve.       

– Wek gellek tiştên din ên kurdan beşa sînemayê bazaraka vala ye. Ji destpêkê heta niha çi astengên mezin bûn mişkile bo xebata te?

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm e bi biçûkxistinê li mêr an keça aktor ku li sînemayê dilîze, dinihêre. Kesên ku sînemayê çêdikin hîn biçûktir tên dîtin. Di nav kurdan de gotinek heye gava heya
biçe dibêjin ”Bû sînema”. Û herî zêde mûsîbettir ku çend çeteyên dewletên dagîrker ew jî qedexe kiriye.

Lê tiştê ecêbmayî miletê min bêtir ji bo aktrîs û aktorên milletên serdest ku Kurdistanê dagîr kirine, hurmet heye. Fîlmekî wek Kurtlar Wadîsî ku ji alîyê hunerî de pir xirab e û fîlmekî dij bi kurd e jî, bi hezaran kurdên feqîr û qurbiser ku bi firotina doneran pere qezenç dikin ketin dorê û çûn temaşeyê wî fîlmî kirin. Fîlmekî li dijî wan û li dijî nasnameya wan e.

Lê bi neynûka be jî ez û derhênerên wek BehmenêQubadî em ê di karê xwe de berdewam bin sînema
ji bo nifşên pêşerojê çêbikin.

Îro heşt neh kanalên kurdan hene. Yekê ji wan bi belaşî be jî fîlmên min nexwestine. Her çarsed parçeyên Kurdistanê yek sînema fîlmekî min belav nekiriye. Lê fîlmên min li Newyork, li Paris, Sydney, Toronto, Stockholm, Berlin û Cannesê tên belav kirin. Li festîvalên binavûdeng ên wek Venedîk û Cannesê di pêşbirkeyan de beşdarî dike.

– Kurd mîletekî nêzikî 40 mîlyon in. Bi hezaran bûyer, serpêhatî û serencamên vî miletî hene ku heta îro jî nebûne babeta fîlman. Te bi berhemên xwe çiqas dikaribû valahîyeka wiha tije bikî?

– Her fîlmek nêzikî saetek nîv e û her fîlmçêker jî di jîyana xwe de heger hertiştê wî baş bimeşe dikare 20 fîlman çêke. Ez bîst salên din jî bijîm û fîlman çêkim û 40 saetan behsa jîyan û êşa kurdan bikim têr nake. Êşa kurdan ewende mezin û fireh e ku emrê min qîm nake vê valahîyê tije bikim.

Ne Hiner, Behmen û Yilmaz, pênsedên din jî derkevin nikarin behsa vî miletî bikin. Ev milet e ku fîlmê xwe temaşe nake, qîymet nadê, hurmeta rejîsor û hunermendên xwe nizane lê hurmeteka mezin dide aktorên dagîrkeran. Ew dikarin mesrefên zêde ji bo merivên wiha bikin. Lê artîst, hunermend û rejîsorên
kurd li ba wan bêqîymet e.

Jin û mêrek di temaşakirina fîlmekî min de ji ber ku du aktor hevûdû maç dikirin  xwe aciz kirin û derketine derveyî sinemayê.

Dewlemendên kurdan ji bo xwarinekê dikarin bi hezaran dolar mesref ji bo şexsê min bikin. Lê ger ez bixwazim hezar dolar nadin ji bo çêkirina fîlmekî.

– Mîzah di fîlmên te de temaya sereke ye. Ji bo te sînora mîzah û realîzm çawa ji hev cuda dibin?

– Dibêjin însanekî muhterem bi şerm û heya kêf nagire. Mîzah (Humor) şêweyekî biedeb e. Ez dixwazim behsa trajedîya kurdan bikim lê ji ber ku ew trajedî ewqas mezin e ez dixwazim wê bi mîzah bînim ziman ku temaşevanên bîyanî ji min nerevin ji ber ku trajedîya kurdan her zordestî, kîmyebaran û kuştin e. Ji ber ku ew ji min nerevin ez dixwazim bi vî awayî wan bikşînim sînemayê kurdî.

– Bi rejisorên din ên kurd re pêwendîya te çawa ye? Carnan hevkarî an şêwirmendî di navbera we de pêk tên?

– Ez ji bo pêşeroja fîlmê kurdî pir bihêvî me. Li çar perçeyên Kurdistanê nifşekî nû hazir dibe. Çimkî Behmen û ez tenê têrê nakin. Lê kêfa min pir bi kar û enerjîya Behmenî têt. Ez li ser navê Zerdeştî hêvîdar im ku emrê wî sed sal be û bikaribe sed fîlmên din ji bo me çêke. Ez sedî sed bawer im ku sed Behmen û Hiner dê ji
nav kurdan derkevin.

– Tu jî wek hevalekî wî yê nêzîk bi Mehemed Uzun re hatibûyî Dîyarbekrê. Nêzikî şeş rojan em li gel hev li cem wî bûn. Hestên te yên wan rojan çi bûn?

– Herdem ez ji Dîyarbekirê derbas bûme hêsir bi çavên min ketine. Her şevên ku vê dawîyê ez li wir bûm giriyê min ji bo Dîyarbekirê dihat. Hêvîya me jî, şîn û şadîyê me jî Dîyarbekir e.

Vê carê min hêvî û dihata Dîyarbekirê di çavên nemirê Mehemed Uzunî de dîtin. Mehemed wek Dîyarbekirê hezar salên din jî zor û zordestî dom bikin ew herdû her dimînin.

– Fîlmê te yê dawî Zero Kilometer beşdarî Festîvala Cannesê bû. Serketinek wiha mezin çawa pêk hat ? Zero Kilometer çiqas dikaribû bersîva hêvîyên te bide?

– Rejîsor an aktorekî tirk biçe Festîvala Antalyayê ev yeka ji bo wî dibe sermîyaneke heta heta.  Hurmet ji bo kesên ku xwe digîhînin Festîvala Antalyayê, lê Antalya wek ku zarokek di mehela xwe de fûtbolê bilîze. Lê gihîştina Cannesê ji bo rejîsorekî gellek zehmet e. Wek meriv li Real Madridê reqem 10 bilîze. Millet hene ku sed sal in dîrokên wan hene lê tu car wek rejîsorê wî welatî neçûne Cannesê. Dinya alem dizane Cannes li ku ye lê kurd hêj vê rastîyê nizanin.

-Wek rejisorekî kurd tu herî zêde çi wek asteng li pêşîya karê xwe dibînî? Gelê Kurdistanê, Hukumeta Herêmê Kurdistanê (HHK) û rêxistinên din ên sivîl ên kurdan çawa li te xwedî derketin?

– Gellek însanên baş wek hunermend û artîst îro li quncikê zîndan û bendîxaneyên welatên dewrûberê Kurdistanê de ne. Elhamdûrellah li Rojhilata Navîn HHK bi qasê tûwana û îmkanên xwe piştgirîya hunermendan dike. Heger alîkarîya HHK neba belkî du fîlmên min dawîyê hêj zehmettir çêbûbana.

– Tu niha bi çi mijûl dibî? Fîlmekî te yê din taze xelas bû. Dikarî piçek behsa fîlma DOL bikî? Li ser wî hêvîyên te çi ne?

– Fîlmê DOL (DEHOL) li her çar parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Aktorên wê kurdên hemû beşan in. Ji bakur Nazmi Kirik, aktirîsa pir bidihat Belçîm Bilgin, Ciwan Haco, Rojîn, Abdullah Keskin, Omar Çavşîn, Behmen Hacî û hunermendeka tirk Ayten Soykök û pir kesên din tê de rol girtine. Meha yekê a 2007 ew dê li Ewropayê be, lê hêvîdar im li gellek welatên din jî bikeve vîzyonê.

– Sînemeya kurdî ji dema Yilmaz Guney heta îro di kîjan merheleyê re derbas bûye. Tu pêşerojê çawa dibînî û projeyên te yên pêşerojê çi ne?

– Bîyanîperest xwe dêxud. Ez ne dijî bîyanîya me. Berî her tiştî ez hurmeta dê, bav û kalên xwe digrim. Ez merivekî humanîst im. Dinyayeka bê kurd naxwazim. Kesên ku êrîşê ziman û hebûna kurdan bike pêwîst be ez ê her tişt bikarbînim da ku hebûna kurd û Kurdistanê pê biparêzim.Miletekî wek kurdan ku ji her di bin
zilm û zordestîyê re derbas bûye divê bikaribe bersîva êrîşkeran bide.

Heger Başûr bi hemû înad, milk û emlak, bi xwîn û rih û dil bîstûçar seatan herroj kar ji bo millet nekiribûya îro ev destkevtin nediket destê kurdan. Loma divê em wê wek ronîya çavên xwe biparêzin.

– Gellek sipas Kek Hiner. Ez ji bo te serketinê dixwazin. Gotina te ya dawî ji bo xwendevanên Netkurdê çiye?

-Ez jî sipasê te dikim û serketina te dixwazim.

Çavkanî: netkurd.com Weşandin: 13/9/2006

http://kurdishcinema.com/KurdiHinerSaleemHevpeyvin.html

 

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir