Sînema di Hundirê Min de Wek Çîkekê Wek Bêrîkirinekê Bû

Sînema di Hundirê Min de Wek Çîkekê Wek Bêrîkirinekê Bû*

Mizgîn Arslan, (ku di nasnameya wê de weke Mujde derbas dibe)di sala 1981’an de, li gundê Goliya Filehan a girêdayê bajarê Mêrdînê ji dayik bûye. Di dema dawî de senaryoya  kurtefilmekî binavê “Leyîstika Dawî” ku 13 deqeyan didome nivîsî û derhêneriya wê kir. Filmê wê di pêşbirka 8. ya kurtefilmên ku Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê li darxistibû de, di xala “dîmena herî baş” de xelata mansîyonê wergirt. Di festîvala filmê
derdor ya PAM’ê de jî, “xelata hewesandinê” wergirt. Di pêşbirka ku Kanal Turk li dar xistibû de jî, “Leyistika Dawî” ma fînalê û wê di rojên pêşiya me de di vê qenalê de were nîşandan. Heman film, di Roj TV de jî hat temaşekirin. Di meha Tebaxê de jî filmek wê pêşkêşî temaşevanan bibe. Me xwest li ser van xebat, hewldan û berhemên watedar bi Mizgîn re hevpeyvînekê bikin.


-Ji ku hat daxwaza te ya nivîsîna senaryo, derhênerî û çima sînema ? Çi bû ya ku te têr nekir?

-Mizgîn Arslan: Ev pênc sal e ku li ser çand û hûnerê nûçeyan çêdikim. Ev sê salên dawî jî ez li ser sînemayê radiwestim. Sînemaya Ewrûpa, sînemaya Kurda, ya jinan. Sedsal bêhtir dîroka sînemayê heye. Min lêkolîn li ser dîroka sînemayê kir; min jiyan û berhemên wan kesên ku senarîst û derhêneran xwend. Ez li ser van tiştan gelek rawestîm. Sînema di hundirê min de wek çîkekê,wek bêrîkirinekê mabû. Û daxwaza nivîsê di hundirê min de şîn bû. Lê ji beriya sînemayê jî min foto dikişandin. Ji deh saliya xwe de jî min dinivîsand. Û tiyatro hebû di jiyana min de. Yanî ji biçûkayiya min de gelek tiştên min hebûn ku bêjim. Gelek tiştên min hebûn ku divê min gihandiba hin kesên din, lê minê bi çi zimanî gihandiba? Minê bi çi awayî xwe gihandiba? Hemû ew rêbazên ku min qal kirin, têrê min nekirin. Sînema ji bo min, li ser her tiştî ye. Di sînemayê de tu gelek tiştan dikî:Tu dinivîsî, tu dilîzî, tu ramanên xwe zindî dikî di vî warî de. Lê sînema dereng ket jiyana min. Ez incex şanzdeh-hevdeh salîya xwe de çûm sînemayê û min li fîlman temaşe kir. Derfetên me nebûn. Ev jî girêdayî Kurdîtiya me ye. Eger zûtir ketiba jiyana min de, belkî min zûtir dest bi sînemayê kiriba. Lê dîsa jî zimanê ku ez îro karibim pê bipeyivim, sînema ye. Ezê bi wan fotoyan derdê xwe bêjim.

-Bi taybetî kîjan daxwaz û derd?

-Mizgîn Arslan: Min çi dixwest ez bêjim, çi derdê min hebû ku bêjim? Ez biçûkaniya xwe bêjim piçek, belkî bêhtir were fêhmkirin. Ez du salî bûm; dê û bavê min ji min veqetiyan, ew çûn welatên dûr; ji ber sedemên siyasî, ji ber şer
çûn. Ez li gel dapîra xwe mam. Wê ez mezin kirim. Min û pîra xwe jiyanek wisa xweş derbas kir ku!. Yanî bi keder û bi derd derbas bû, lê zehf xweş jî bû. Mînak, zehf çîrokên me hebûn. Her şev ez carna wisa şaş dimînim, lê bi rastî her şev
dapîra min çîrok ji min re digotin. Heya mezin jî bûm, min ji dapîra xwe çîrok guhdar dikirin. Em bi tenê bûn, êşên me jî hebûn, lê em bi van çîrokan zêde dibûn. Em du kes bûn, em dibûn sed kes. (Dikene gelekî û cardî dibêje) Me xwe
çi xweşik zêde dikir! Vê yekê hêza me ya xeyalê dewlemend dikir. Min jiyana xwe jî kiribû çîrokek. Her tim di xeyalên min de hebû ku rojekê ez jî bibim çîrokbêj. Min dixwest bibim wek pîrika xwe çîrokan bêjim. Ez gelek caran çîrokan dibêjim ji
hevalên xwe re. Carna bi Kurmancî, yên ku nizanin ji wan re werdigerînim Tirkî. Lê her tim çîrokên min yên ku bêjim hene. Li gor ramanê min divê zarok bi kal û pîrikên xwe re mezin bibin.

-Mizgîn Arslan: Ez ji xwe jî zanim ku tu hûner ji kêfxweşî derneketiye. Min ji bo êşên xwe fîlm çêkirin. Ji bo ku hinek din bêjin. Û ji bo ku hinek min fêhm bikin. Me tevî ku êş dijîn jî, min û pîrika xwe, me jiyana xwe xweş kiribû. Me tevî jiyana xwe hez kiribû. Lê piştî ku hatim Stenbolê min gelek êş kişand. Min gelekî zorî kişand. Jiyan ne wekî ya ku pîrika min ji min re digot bû. Ne wek ya wan çîrokan bû. Gelek zehmet bû. Herkes ne hevalên min bû. Di wan çîrokên me de, herkes hevalên hev bû û ji hev hez dikirin. Lê ev der sar bûn. Ez ji dê û bavê xwe dûr bûm, lê hez kirin pêş min kiribûn herkesî. Ez fêrî hezkirinê bibûm. Û li vir tenêbûn gelekî hebû.

-Ji xwe fîlmê te jî li ser hevaltî û tenêtiyê ye…

-Mizgîn Arslan: Belê. Film li ser hevaltiyê ye, eger tu tenê bî,ez tenê me. Yanî di fîlm de ev wate heye: Ez naxwazim tenê
bijîm. Naxwazim serkeftinek gelek mezin jî bi tenê serê xwe bidest bixim. Ev fîlm di jiyana min de wek xala berecotekê bû.
Yanî divê min ev fîlm kişandibana. Eger min ev mijarçênekiribana, belkî ez tu car dernediketim vê riyê. Ev fîlm ji bo min bû arîşenekî (moral). Ji hêla hin kesan ve hat pejirandin,hin xelat wergirtin. Niha xurtirim .

-Belê Mizgîn, te got çavkaniya sînemaya min ji kîjan çîrokan tê. Te qala êşên ku tu ber bi sînemayê ve birî kir. Dema ku em nûçeyên te dixwînin, em jî diêşin, yan jî kêfxweş dibin. Tu li dijî bûyeran, li hember êşan û dilxweşiyan kur hîs dikî.
Nûçegahaniya te çi tevlî sînemaya te dike?

-Mizgîn Arslan: Mamosteyê min ê sînemayê jî her tim vê yekê digot. Gelek sûdên rojnamegeriyê çêbûn ji bo min. Ji ber ku tu her tim di nav jiyanê de yî. Sînema ku tu li ser masê rûnî û binivîsînî çênabê. Divê tu herî ciwaran, herî bi destê mirovan
bigrî, li çavên wan binêrî , çîrokên wan guhdar bikî û vê yekê fêhm bikî, têkevî nava jiyana wan. Di nav van salên ku min rojnamegerî dikir de, min zêde zêde li çîrokên mirovan guhdar kir. Mînak, ez çûbûm du taxên ku yek ji wan Şahîn Tepesî,
Taxa Ayazliyê. Gelê vê derê gelek hejar bûn: (Ev cihên ku film lê hatine kêşandin. Ciyên ku Kurdên koçber lê bicîh bûne ne.). Ez her tim diçûm li wir foto dikişandin. Dilê min diêşiya. Min dixwest ji bo ciyên wisa tiştekî bikim. Lê kesekî guh nedida vê hejariya wan. Çavên xwe digirtin, guhên xwe digirtin. Min jî xwest bêjim “hûn naçin û nabînin wan deran, aha ji were ev fîlm”. Tiştên ku mirov ji wan deran hîn bibe gelek in. Hîna li wan deran hevaltî heye. Eger tiştekî ku mirov pê xwe xelas bike li wan deran heye, ne li nav civaka ku her tişt qediya ye.

-Di vî filmî de, te çîroka du zilama aniye ziman. Di filmê te yê ku di tebaxê de wê derkevê pêşberî temaşevanan jî, dîsa çîroka zilama ye. Gelo tu ditirsî dest bavêjî  çîroka jinan ?

-Mizgîn Arslan: Çîrokên min gelek in, yên amade jî gelek in. Min gelekî li berxwe da û min dest hilanî ku fîlm çêbikim. Min tim xwe biçûk didît ji bo sînemayê û min her car digot “piştî çend salên din”. Lê ev kal û pîra bi xwe hatin bela xwe ji min
venekirin. Mêjiyê min dîl girtin. Min dixwest çîroka min a ewil, çîroka dapîr û neviya wê be. Lê ev antreman in ji bo min, hîna ezê çîrokên jina binivîsim. Rast e çîroka jinê biêş û giran e. Lê du senaryoyên min hene li ser jinan. Ez li benda roja wan im. Wê di wan mijaran de jiyana min jî hebe.

-Filmê we yê ku wê di Tebaxê de derkeve, mijara wê çi ye? Tê dikarî hinek qala wî filmî bikî?

-Mizgîn Arslan: Gundê me gundekî Suryaniyan bû. Jixwe navê gund jî li ser e. Em hemû bi şerma Suryaniyên ku hatine kuştin mezin bun. Mînakî her tim gava me bexçe dikolan, hestiyên miriyan derdiketin. Pîr û kalên me bi girî qal dikirin. Min xwest ez ji wan re bêjim: “Me ji bîra nekiriye. Her ku ez Suryaniyan dibînim, ez dizanim tiştek ji dilê min kêm dibe. Bi vî fîlmî ez dixwazim vê fêhm bikin, ne kesî din. Divê em bêjin “me ev şermê jibîr nekiriye û divê em karibin bi hev re bijîn. Di
fîlm de jî hestî xuya dikin, mijarek tazî ye. Kalekî Suryanî piştî bi salan tê vedigerê gundê xwe. Ew hestiyên ku neviyê hevalên wî tînin, bi hev re dikin bin axê. Û herkes li gor baweriya xwe ya olî dia dikin, ji bo ku karibin bi hev re bijîn, ev yek
pêwîst e. Bi vî fîlmî re jî, weke go wisa ez hêdî hêdî barê xwe dadixînim. Diviyabû ku min ev kişandibana, ev bar bû ji min re.

-Filmê te yê yekem “bê ziman” bû. Yanî diyalog tunebû. Fîlm hin xelat girtin û riya wê vekirî bû. Tu dibêjî ezê di demê pêşde, fîlmên xwe bi Kurdî çêbikim. Dibê ku ev yek bibe asteng ji bo te?

-Mizgîn Arslan: Belê. Mixabin hîna min perwerdeyekî bi zimanê xwe ne wergirtiye. Yanî bi Tirkî dixwînim, perwerde dibînim. Lê xewnên min, çîrokên bi Kurdî ne. Ya rast ev film, bê zimaniya min bû. Min nizanîbû ezê bi kijan zimanî binivîsim. Di navbera her du zimanan de mam. Yek jî min xwest cih, netewe û zimanê fîlmê min ne diyar be. Tam ne zilam in jî, ew kal û pîr in. Lê eger temaşe bikin, di fîlmê duwem de wê ziman xweşik bê bikaranînin. Wekî rastiya vê derê, wekî
Mezopotamya: Yanî Suryanî bi zimanê xwe, Kurd bi yê xwe, Tirk jî bi yê xwe. Ezê fîlmê xwe bi wî dengê ku ketiye guhê min çêbikim bêguman. Ku asteng hebin jî ezê bi vî zimanî çêbikim. Sînema tiştekî neteweyî ye. Ev peyvîra me ye. Her netewe
bi zimanê xwe çêdike.

-Em dixwazin pirsa xwe ya dawî bikin; wekî senarîst û derhênerekê tenê na, wekî jinekê jî te çi astengî jiya di vê pêvajoya fîlmê de ? Te qet xwe bi tenê dît?

-Mizgîn Arslan: Derhenêr, desthilatdarê setê ye, lewma şayanê jinê nabînin. Ji ber vê yekê gelek jinên derhêner tune ne. Hinek jin hene ew jî piçek wek mêra ne. Ji jinên derhêner re, derfet nayên dayin, bi piranî bi keda xwe li ber kamerayan e û li yan jî li setan peywîran digrin. Ku tu jin be û wisa ciwan be, tu ji hinekan re bêjê, “ez dixwazim çîrokan binivîsim, fîlm bikşînim”, tu kes ji te naxwaze û tu kes ji te re nabêjê were fîlm çêbike. Min her roj digot, “na çênabê”. Car caran hêviyên min qut dibûn lê cardin min têdikoşa ku çêbikim. Min fêhm kir ku eger baweriya te hebe, tê karibî her tiştî bikî. Û min baweriya xwe anî. Ez car caran bi şevan dixebitîm, caran min jibîra dikir ku xwarin bixwim. Hevalên ku ji min bawer dikirin jî hebûn. Wekî Kazim Oz, Rojda, Roja Şerîn hebû û panzdeh kesên din wek van hevalan hebûn li gel min. Me bi ekîbekî qerebalix bi amatorî ev film kişand. Yanî wek derhenêrê hûnerê, asîstan, produksiyon ekîp temam bû. Û min fîlm bi pereyên xwe kişand. Bi pereyekî kêm, herkes jidil tevlî vê xebatê bû. Ev tiştekî gelek xweş
bû. Lê divê ku saziyekî Kurdan hebê ku alîkariya sînemayên Kurdan bikin.

* Deniz Evar/ Newayajin

Çavkanî: http://kurdishcinema.com/KurdiMujdeHevpeyvin.html

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir